Xwişka Koçak ê di rojiya mirinê de: Birayê min ketiye 33 kîloyan 2020-03-09 09:01:16 STENBOL - Rewşa tenduristiya Mustafa Kocak ê bi daxwaza "Darizandina bi edalet" 251 rojin di rojiya mirinê de ye, her ku diçe xerab dibe. Xwişka Mustafa Koçak Sevgul Koçak, diyar kir ku birayê wê daketiye 33 kîloyan û wiha got: “Xwest em heqê xwe li hev helal bikin. Ger ku birayê min neyê berdan em ê darbesta wî derxin."  Mustafa Koçak ê bi sucdariya Dozgerê Komarê yê Stenbolê Mehmet Selim Kiraz di 31'ê Adara 2015'an de kuştiye hatiye girtin û tê darizandin, ji bo darizandinek bi edalet 251 rojin di rojiya mirinê deye. Mustafa Koçak sala porî rastî cezayê muebeta giran hat. Piştî rastî ceza hat bi daxwaza “Darizandina bi edalet" dest bi greva birçîbûnê kir. Koçak piştî 90 rojan di greva birçîbunê de ma, çalakiya xwe derbasî rojiya mirinê kir û 251 rojin di rojiya mirinê de çalakiya xwe berdewam dike. Li şûna daxwaza wî bê erêkirin, cezayê dosyayê erê kirin û dosya şandin dadgeha bilind.    Parêzera Mustafa Koçak, Ezgî Çakir, têkildarî darizandina muwekilê xwe de axivî û wiha got: "Di dosya dozger Kiraz de muwikê min bi şikdarî hat binçavkirin û girtin. Piştre rastî îşkence û gefan hat. Xwestin bi zorê hin tişt pê bidin qebûlkirin. Lê piştî Koçak qebûl nekir, kirin hedefa xwe. Îtîrafkar Berk Ercan ê li ser Koçak îfade daye, ne tenê li ser kesekî, li ser 344 kesan îfade daye. Muwekilê min tenê li ser îtîrfa 'îtîrafkar' Ercan hat girtin û rastî cezayê muebetê hatiye. Lêpirsînê tenê li ser gotina îtîrafkarekî dest pê kir. Bi taybetî di dosyayên doza polîtîk de îfadeyên ‘îtîrafkaran' derdikevin pêşberî me."    Çakir, bal kişand ser pêvajoya lêpirsînê û wiha got: "Şahidê din ê dosyayê Cavit Yilmaz jî di bin îşkenceyê de îfade da. Wî bi xwe jî ev yek anî ziman. Lê tu mensûbê darazê vê rewşê li ber çavan nagirin. Koçak bi awayekî bi edalet nehatiye darizandin. Ji xwe Cavit Yılmaz li Almanyayê got 'Min bi darê zorê e îfade dan' Ev bi xwe delîlek girîng e. Me xwest em vê delîlê li dosyayê zêde bikin. Lê serokê dadgehê ev yek qekûl nekir. Ji bo muwekilê min şertên girtîgehê ne guncav in. Ji bo vê rewşê me serî li Saziya Tipa Edlî (ATK) da. Di vê pêvajoyê de Dozgerê Dadgeha Bilind teblîgatek ji mere şand. Dozger diyar dike ku delîlên dadgeha herêmî ne şênber in. Di rastiyê de hemû îdîaname razger e. Tiştekî şênber tune ye. Em ji Dadgeha Bilind dixwazin ku biryarek li gorî edaletê bide."    ‘DAXWAZA MUSTAFA DAXWAZA ME TEVAN E'    Prz. Çakir, anî ziman ku Koçak çalakiya xwe hêj wekî roja ewil bi înat û biryar didomîne û wiha axivî: "Ji roja ewil heta niha rêveberiya girtîgehê zextan lê dike. Dema Koçak dest bi çalakiyê kir got 'Ez nabim qurbanê bê guhen. Em ji rewşa Mustafa bi fikarin. Dîsa em bi fikarin ku ev neheqi û nelirêtî neyê ronîkirin. Niha Mustafa bi vê çalakiya xwe berdevkiya milyonan a edaletê dike. Mustafa dibêje 'Ez ne tenê ji bo xwe, ji bo hemû kesên li welat edalet û wekheviyê dixwazin têdikokim. Mustafa naxwaze bimire. Daxwaza Mustafa daxwaza me tevan e. Divê em hemû li daxwaza wî ya edaletê derkevin."    'ÊDÎ NIKARE BIMEŞE'    Xwişka Mustafa Koçak Sevgul Koçak jî anî ziman ku birayê wî daketiye 33 kîloyan û êdî bi qasî nikare bimeşe zeîf bûye û kîlo dane. Şevgul wiha axivî: "Di axaftinê de pir zahmetiyê dijî. Milê çepê êdî hîs nake. Guhê wî yê çepê nabihîze. Di rahn û gurçikê wî de êş zêde bûye. kramp zêde bûne. Rengê çermê destên wî guheriye. Neynûkên wî reş û şîn dibin.  Êdî xwest em heqê xwe li hev helal bikin. Hêj nû vîtamîna B1 didin birayê min. Niha tenduristiya birayê min ketiye rewşa krîtîk. Ger ku neyê berdan em ê darbesta wî ji girtîgehê derxin. Wezaretê Dadê em arasteyî Midûrê Girtîgehan kir. Ku kes li me guhdar nakin. Daxwazên me li ber çavan nagirin. Mustafa di van şertan de nikare li girtîgehê bijî."