ROJEVA 09'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-09 09:00:39 *  Rewşa tenduristiya Mustafa Kocak ê bi daxwaza "Darizandina bi edalet" 251 rojin di rojiya mirinê de ye, her ku diçe xerab dibe. Xwişka Mustafa Koçak Sevgul Koçak, diyar kir ku birayê wê daketiye 33 kîloyan û wiha got: “Xwest em heqê xwe li hev helal bikin. Ger ku birayê min neyê berdan em ê darbesta wî derxin."  * Kovara Teoriya Marksist dê bi ser navê "Êdî dema Şoreşê ye" sempozyuma navneteweyî li dar bixin. Têkildarî sempozyumê Mîne Şîrîn û Cemil Aksu, diyar kir ku ji bo der barê pêlên serhildanên cîhanê de agahîyan bistînin û encaman jê bigirin dixwazin panelek bi vî rengî li dar bixin.    * Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli dê li 9'emîm Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00-16.00)   *  Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê bi boneya balê bikişînin ser rewşa binpêkirina Dayikek aştiyê dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê, bi boneya balê bikişîne ser geşedanên li Idlibê dê li avahiya xwe ya Unkapanî daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)