Jin li Enqereyê meşiyan, li Cizîrê şahî li dar xistin 2020-03-08 23:08:07 ENQERE/ ŞIRNEX - Di 13'emîn Meşa Feminîst a li Enqereyê de jin li dijî şer û dagirkerî û kedxwariyê li Kolana Skaryayê meşiyan. Platforma Şaxan a KESK'ê ya Şirnexê jî li Cizîrê şahiyek li dar xist.  Di 13'emîn Meşa Feminîst a li Enqereyê de jin li dijî şer, dagirkerî û kedxwariyê li Kolana Skaryayê bi pankarta "Em belaya serê Priyarkaran e û di serhildanê de ne" meşiyan. Jinên ku heta Qada Skaryayê meşiyan li wê daxuyaniyeke hevpar dan. Daxuyanî bi kurdî, erebî û bi tirkî hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em ê li dijî êrîşên ku ji çar hêlê cîhanê bi ser me de tên bi têkoşîna xwe ya feminîst a li çar hêlê cîhanê berdewam dike bi ser kevin. Em ê partriyrkariyê têk bibin. Me serî netewand û em natewînin. Wê têkoşîna me berdewam bike. Bijî hevkariya feminîst."  Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.   ŞIRNEX    Platforma Şaxan a KESK'ê jî bi heman armancê li Navçeya Cizîrê şaniyek li dar xist. Parlamenter, rêveber û Hevşaredarên HDP'yî, Aktîvîstên TJA û rêveberên ÎHD'ê jî tev li şahiyê bûn. Şahiye bi rêzgirtinê dest pê kir. Li vir Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê Serap Ok, daxuyanî da û diyar kir ku ev roj roja wan e. Ok, anî ziman ku ev roja jinan e û roja berhxwedan û serhildanê ye.