Jinan li Mêrsînê meşa şevê li dar xistin: Em alîgirê jiyanê ne 2020-03-08 22:34:38   NAVENDA NÛÇEYAN  -  Li Mêrsînê Jinên Feminist meşa şevê li dar xistin û diyar kirin ku ew li dijî hêza mêrê serdest, alîgirê jiyanê ne. Jinan li Antalya û Hatayê jî meş li dar xistin.    Jin, bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Mêrsîn, Antalya, Edene û Hatayê kom bûn û meşên şevê li dar xistin. Jinan di meşê de bertek û nerasibûnên xwe yên li dijî tundiya jinan anîn ziman û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya li dijî mêrê serdest û ji bo parastina jiyanê berdewam bikin.      EDENE   Li Edeneyê di pêşengiya Meclîsa Jinan a Konseya Bajar a Seyhanê de "Koroya Hezar Jinan" li dar xistin. Jinan li pêş Navenda Çandê ya Yaşar Kemal a Şaredariya Seyhanê kom bûn û şahî li dağr xistin. Jinan li navendê stran gotin.    ANTALYA   Platforma Jinan a Antalyayê jî bi heman armancê li Parka Aydın Kanza kom bûn û heta Qada Cumhuriyetê meşiyan. li ser navê Platformê Devrim Mol, anî ziman ku ew dêli dijî hemû cûreyên tundiyê têbikoşin û ev hêza wan heye. Mol, diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Piştrî meşê Koma Muzîkê ya Jinan a Egîtîm Senê û Koma  Erbaneyê stran strîn.    Jin li Sê Deriyan jî xwestin Meşa Jinan a Femînîst li dar bixin. Gelek jin kom bûn û xwestin bimeşin. lê polîsan barîkat danîn û destûr nedan bimeşin. Jinan astengiya polîsan bi çepik, tilîlî û dirûşeyan şermezar kir.    LI MÊRSÎNÊ MEŞ    Li Mêrsînê jî Jinên Feminist meşa şevê li dar xistin û diyar kirin ku ew li dijî hêza mêrê serdest, alîgirê jiyanê ne. Jinan li Antalya û Hatayê jî meş li dar xistin. Jin li Kolana Kushimato kom bûn û pankartên "Em alîgirê jiyanê ne" û "Em dest ji têkoşîna xwe bernadin" vekirin û dirûşmeya "Jin jiyan azadî", "Em bêdeng nabin" berz kirin û heta Qada Ozgecan Aslan  meşiyan. Jinan bi daxuyanî û govendê dawî li çalakiya xwe anîn.    HATAY    Piştevaniya Jinan a Çil Pîne ya Hatayê jî kom bûn şahiyek li dar xistin. Aktîvîsta Piştevaniya Jinan a Çil Pîne Huda Tag Eraslan, anî ziman ku zimanê îqtîdarê yê siyastê dijminantiya jinê dike û berpirsiyarê tundiya jinê îqtîdar e. Erasan, anî ziman ku dê heta dawî li dijî vê yekê têbikoşin.