Rojnameger Çelîk û Keser hatin girtin 2020-03-08 20:05:56   STENBOL - Rojnameger û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser li ser îtîraza dozger hatin girtin.     Rojnameger û Gerînendeyê Gişti yê Rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Ferhat Çelik û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser, ji ber nûçeyên eskerên li Lîbyayê di rojnameyê de weşandin, du roj berê li edliyê îfade dan û serbest hatin berdan. Çelîk û Keser îro li ser îtîraza dozger dîsa hatin hatin binçavkirin. Mehmet Ferhat Çelik û Aydın Keser, piştî îtîraza dozgeriyê hatin binçavkirin û birin midûriyeta polîsan. Piştî îfadeya wan hat girtin şandin dadgehê. Çelik û Keser, piştî sewqî 5'emîn Dadgeha Cezayê Sulhê kirin, hatin girtin. Heyeta dadgehê der barê Çelik û Keser de biryara girtinê da.