Li Mexmûr û Şengalê pîrozbahiya 8’ê Adarê 2020-03-08 17:51:01   MEXMÛR/ŞENGAL - Jinên Mexmûrî bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê bi kelecan û coşeke mezin pîroz kirin.   Li Mexmûr, Şengal û Kerkûkê jinan bi coşek mezin û dîmenên rengîn 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê pîroz kirin.    MEXMÛR    Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Meclîsa Îştar û Meclîsa Jinên Ciwan li ber derê avahiya Meclîsa Îştar jinan bi cil û bergên neteweyî 8’ê Adarê bi coş pîroz kirin. Li qada şahiyê al û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK, KJK, PAJK, YJA Star, TJA û pankartên bi nivîsên ‘8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz be’, ‘Tekoşîna jinan wê gelên cîhanê azad bike’, ‘Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan’ û ‘8’ê Adarê pîroz be’ hate vekirin.   ŞENGAL    Li bajaroka Sinûnê a Şengalê 8'ê Adarê Roja Jinan ya cîhanê ji aliyê bi sedan kesan ve hat pîrozkirin. Pîrozbahiya îsal ya 8’ê Adarê ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) de hatiye rêxistin kirin. Pîrozbahî li ber dibistana amadeyî a Sinûnê bi tevlîbûna bi sedan kesan tevî nûnerên sazî û rêxistinên Şengalê, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de wê li ser navê TAJÊ, Fermandariya YJŞ'ê û Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê axaftin bên kirin û peyamên saziyan wê werin xwendin. Her wiha di pîrozbahiyê de wê hunermend stran bibêjin û şano werin pêşkêşkirin.   KERKÛK    Li Kerkûkê rêxistinên civakî yên jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyanî dan. Li gorî daxuyaniyê li Kerkûkê di salekê de li dijî jinan 1905 bûyerên şîdetê pêk hatine. Li Navenda Rewşenbîrî ya Kerkûkê rêxistinên jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê daxuyanî dan. Aktîvîsta Jin Hena Şikûr daxuyanî xwend û wiha got: "Îsal 8’ê Adarê di demekê de tê kirin ku welatê me ji bo guhertinên reformên ji bo dadperwerî, civakî, wekhevî û jiyanek serfirazî di rewşek neguncav de ye. Raperîna gelê Iraqê dengê nerazîbûna gel bû. Di vê rewşê de jinan erkek giran girtîne li ser milê xwe. Di nerazîbûnên Iraqê rolek wan a girîng heye. Silavên me li keç û jinên welat re heye. Bêguman hewldanên we şoreşe, ji bo avakirina welatekî welatî têde wekhev û azad bijîn û rêz li mafên mirovan were girtin.”     Hena Şikur di daxuyaniyê de ev xal rêzkirin;   -Ji bo avakirina saziyek jinên kêrhatî karkirin ku saziyek yekgirtî û serbixwe be.   -Ji bo biryara yasaya şîdeta li dijî jinê lez were kirin.   -Ji bo jinên ji ber şîdetê reviyane cihên taybet werin peyda kirin.   -Ji bo têkoşîna dijî şîdeta li hemberî jinan û sedema xwekuştinê plan were danîn.   -Bi riya dayîna kirêdiyê rewşa jiyana jinan were başkirin.   Piştre Berpirsa Şaxê Komeleya Hîvaya Iraqê ya Kerkûkê Sirud Ehmed bîlançoya şîdeta li dijî jinan eşkere kir. Li gorî bîlançoyê di sala salekê de li Kerkûkê 1905 bûyerên şîdeta li dijî jinan hatine tomarkirin.