Gokkan: Yekîtiya me azadiya me ye Buldan: Jin tecrîdê û şer red dikin 2020-03-08 15:25:15   AMED - Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan, di mîtînga 8'ê Adarê ya li Amedê de bang li hemû jinan kir û got: "Ey kurdno bibin yek. Eger em nebin yek emê biçin yek bi yek. Yekîtiya me azadiya me ye. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Rûşeşiya Dewleta Netewe ye."  Hevseroka HDP'ê Pervîn Bûldan jî xwest jin tu carî raneweste û got: "Jin bimeşe dê azadî û aştî pêş bikeve. Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Jin tecrîdê red dikin. Em dixwazin deriyê îmraliyê vekin"    Mitînga ku Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, bi şîara  "Em berxwedanê bi rêxistin dikinin, ber bi azadiyê ve diçin" li Qada Stasyonê li dar dixin, dest pê kir. Jin ji Mêrdîn, Dêrik, Nisêbîn, Qoser û bajarên derdorê di saetên zû de gihîştin qada mitîngê, bi kincên herêmî bala herkesî kişandin. Jinan bê navber dûrişmeyên "Jin jiyana azadî", "Îtaat tune berxwedan heye", “Bê Serok jiyan nabe”, “Bêdeng nebe qîr bike jin hene" û "Em jiyana bê jin bi serê wê de hilweşînin" berz kirin. Mîtîngê bi rêzgirtin û axaftinan dest pê kir.     'EM ŞER RED DIKIN AŞTIYÊ DIXWAZIN'    Di mîtîngê de Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan axivî û hemû girtiyên zindanan silav kir. Buldan, anî ziman ku jin şer red dikin û wiha got: "Jin şer red dikin û aştiyê dixwazin. Em dibêjin çi karê we li Idlibê heye. Şer kuştin e, şer hêsirê çavan e, şer tunekirin û koçberî ye. Ji ber vê yekê em jin li dijî şer in. Jin şer red dikin û aştiyê dixwain." Buldan, bal kişand ser girîngî û wateya yekîtiyê û wiha axivî: "Îro ji her demê bêtir pêdiviya gelê Kurd û gelan bi yekîtiyê heye. Divê em li dijî şer, li dijî kuştin, talankirin û wêrankirinê bibin yek.     'TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE'    Buldan, anî ziman ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û wiha axivî: "Em tecrîdê red dikin. Em dixwazin demek berî demekê tecrîd bi dawî bibe. Çawa ku li hemû zindan girtî xwedî mafin ku bi parêzer û malbatên xwe re hevditin bikin, divê Birêz Ocalan ji karibe bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Îro tu hincetên hiqûqî û zagonî tune. Em bi pêkanînên keyfî re rû bi rû ne. Em dixwazin demek berî demekê dawî li van pêkanînan bînin."     JIN RAWESTE JIYAN RADIWESTE'    Buldan bal kişand ser têkoşîna jinê û wiha got: "Jin bimeşin, dê jiyan jî bimeşe, Jiyan bimeşe, dê azadî pêş bikeve. Lê jiyan raweste dê rizîn û genîbûn pêş bikeve. Ger ku jin raweste dê jiyan jî raweste. Ji ber vê yekê em dixwazin her roj bibe roja têkoşina jinan. Ji bo ku jin mafê xwe bi dest bixin divê tu carî têkoşîna azadiyê ranewestînin. Em carek din dibêjin divê her roj û her der bibe qada tekoşîna azadiya jinê. Ger ku em têbikoşin em bawer dikin ku jin dê li cîhanek azad govendên azadiyê bigerînin."     'YEKÎTIYA ME AZADIYA ME YE   Piştî Buldan, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan jî derket ser dikê û bajar bi bajar silavkir û wiha got: "Em bi hevre bêjin: Silav Qamişlo, Silav Kobanê. Slav Muhahabad, Silav Nisêbîn û Cizîr. Silav Gewer û Wan. 8'ê Adarê pîroz be. Bi taybetî silav şengal. Silav li Zindana Amedê, Silav li Îmraliyê, Silav li hemû zindanan. Silav Sakîne Cansiz, Silav Herîn Xelef, Clara Zetkîn û Luksembûr, heta Berîtanan em dibêjin 8'ê Adarê pîroz be. Silav li Emerîqa Latîn."     Gokkan, anî ziman ku dewleta netew îro têk çûye û wiha lê zêde kir: "Dewleta Netew îro êdî qatîlan dike mexdûr û mexdûran dike qatîl. Dewleta Netew êdî têk çûye. Em sala 2020'an êdî raperîna azadiya jinê xurt dikin. Jin wê jiyan û azadî be. Li dijî bîrdoziya mêr ê mêtînger, têkoşîna azadiya jinê bilind dibe. Li Botan, Rojava û Rojhilata Navîn bilind dibe. Hemû Kurdistan we silav dike. Silav ji Amedê."     'TECRÎD RÛREŞÎ YE'    Gokkan, li ser tecrîdê jî rawestiya û wiha got: "Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. Tecrîda li ser Birêz Ocalan rûreşiya Dewletên Netew e. Heta Ocalan azad nebe cîhan azad nebe. Azadiya Brêz Ocalan Azadiya gelan e. Îro jin li dijî qetilkirinê li ser piyan in. Em îro jinên Kurd, êzîdî, suryanî, ereb, elewî, mehelmî û hemû jinên cîhanê dixwazin bibin yek û bimeşin. Îro êrîşên li ser sînor rûneşiya Dewleta Netewe e. Em dibêjin tu carî destûr nadin ku jin bibin koçber. Em ê li azadiya xwe axa xwe û rêberê xwe xwedî derkevin."     'EM BIBIN YEK'     Gokkan, li ser yekîtiyê jî rawestiya û wiha axivî: "Em bi hevre bêjin. Ey Kurdno bibin yek. Eger em nebin yek emê biçin yek bi yek. Yekîtiya me azadiya me ye. Em dîsa bi hevre dibêjin. Destdirêjî û destavêtina li dijî jinan li Dêrsimê bi Gulistan didome. Ger ku tacîz û tecawizkar neyê dîtin em dibêjin tacîzkar û tecawizkar dewlet e. Em dizanin ku dewlet dixwaze me hemû jinan teslîm bike. Vîna jinê teslîm bike. Em dibêjin, dewlet nikare me teslîm bike. Li dijî olperestî, nijarperesti, kevneperestiyê têkoşîna jinê dê bi ser bikeve.  Li cîhanê jin îro li qadan bi hevre dibêjin. Dozger û dadger hûn zilmê li gelan dikin. Kî dest dirêj bike û dest bavêje min polîs e, esker, dadger e, dozger e. Serokê dewleta sozdar e. Serokê dewleta destdirêj û destavêtkar e. Em jin li dijî tacîz û tecawizê serî natewînin. Em bi biryar in. Em bi hêz in. Em serbilind in. Jin jiyan azadî ne."     Mîtîng bi axaftin û muzîkê didome.