Ji Walitiya Stenbolê daxuyaniya Taksîmê 2020-03-08 15:23:18   STENBOL - Walîtiya Stenbolê, ragihand ku dê destûr neyê dayîn ku ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, di saetên êvarê de li Qada Taksîm û Kolana Îstîklalê çalakî bên lidarxistin.    Walîtiya Stenbolê, têkildarî şahî û çalakiyên ku ji ber 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Stenbolê bên lidarxistin daxuyaniyek da. Walîtiyê, ragihand ku dê destûr neyê dayîn ku di saetên êvarê de li Qada Taksîm û Kolana Îstîklalê çalakiyên 8'ê Adarê bên lidarxistin.    Jinan her sal li Kolana Îstîklalê "Meşa Şevê ya Femînîst" li dar dixistin û ragihandibûn ku dê îsal jî meşê li dar bixin.