Şahida komkujiya 38'an a Dersimê jiyana xwe ji dest da 2017-12-16 18:48:53   DERSIM – Şahida komkujiya Derisê ya 38'an Emine Kiyançiçek jiyana xwe ji dest da.    Li Dersimê di sala 1938'an de li Dersimê komkujî pêk hatibû. Di komkujiyê de bi deh hezaran mirov hatibûn kuştin û bi hezaran jî koçber kiribûn. Şahida komkujiya Dersimê ya 38'an Emine Kiyançiçek jiyana xwe ji dest da. Kiyançiçek di komkujiya Çemê Laçê ya Pilûra Dersimê 10 salî bû û bûbû şahida komkujiyê. Emine Kıyançiçek 6 mehin di nava nivînan de bû. Kiyançiçek a 90 salî piştî jiyana xwe ji dest da dê li sibê saet di 12.00’an de li gundê Hozmerekê dê bê definkirin.    Kiyançiçek, di 76 salî de bi îdîaya alîkarî daye PKK’ê hatibû girtin û rastî 3 sal û 9 meh ceza hatibû. Kiyançiçek, 24 mehan girtî mabû.