Dozger îttîraz kir kir, rojnameger Keser hat binçavkirin Çelîk: Wê rastî di tariyê de nemînin 2020-03-08 11:22:24   STENBOL - Li ser îttîraza dozger a têkildarî lêpirsîna derbarê nûçeyên mirina leşkeran de Midurê Berpirsyar ê Karên Nivîsan ê Rojnameya Yenî Yaşamê Aydin Keser, di serdegirtina malê de hat binçavkirin û Gerînendeyê Giştî yê rojnameyê Ferhat Çelîk jî ji bo emniyetê hat vexwendin.     Gerînendeyê Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midurê Berpirsyar ê Karên Nivîsan Aydin Keser, rojek berê, ji ber weşandina nûçeya têkildarî mirina leşkerên ku li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabûn, hatibûn binçavkirin û piştî îfadeyên xwe yên li edliyeyê bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Dozger biryarê îttîraz kir. Li ser îttîrazê Keser, îro serê sibehê bi serdegirtina malê hat hinçavkirin. Hat hînbûn ku Keser birine Miduriyete Polisan a Stenbolê ya li Vatanê.    ÇELÎK VEXWENDIN EMNIYETÊ   Di heman saetê polisan bi ser mala Çelîk de jî girt. Ji ber ku ne li mala xwe bû polisan wî vexwend emniyetê. Çelîk, têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî ev parvekirin kir: "Em niyet ji ber ku min li malê nedît geriya. Dozger berdana me îttîraz kiriye. Bi parêzerê xwe re diçim emniyetê. Meşaleya ku me ji Apê Mûsa girtiye dê qet daneynin. Wê rastî di tariyê de nemînin û em ê ji prensîba xwe şaş nebin."   DERBARÊ AGIREL DE BIRYARA GIRTINÊ   Derbarê Nivîskarê Rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel de jî biryar girtinê hat derxistin. Nivîskar Agirel jî têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî parvekirinek kir û diyar kir ku diçe emniyetê wê ihtîmaleke mezin bê girtin.      Çelik, Keser û Agırel, rojek berê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin û bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.