Prof. Dr. Hart: Divê em bi komî mirinan red bikin 2020-03-08 11:08:07   ENQERE - Endama Komîteya Zanistê yê Navenda Çavdêriya Qeyran û Penaberên Egeyê Prof. Dr. Laurie Kain Hart, diyar kir ku li dijî mirinên li kampan, zindanan, di êrîşan de û li deryayan, bi girseyî bertek nîşan bidin. Hart, anî ziman ku ji bo vê yekê pêdivî bi alîkariyek hevpar û berfireh heye.    Li Idlibê piştî di 27'ê Sibatê de li dijî eskerên TSK'ê êrîş pêk hat û 36 eskeran jiyana xwa ji dest dan, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got "Me deriyên sînor li penaberan vekir." Piştî vê yekê ji Stenbol û gelek bajarên Tirkiyeyê bi kamyon û otobusan penaber şandin ser sînorê Edîrneyê û spartin deriyê Yunanîstanê. Piştî li ser sînor penaber kom bûn welatên Ewropa ketin nava liv û tevgerê. Li ser sînor ji ber alozî, kaos û êrîşa li dijî penaberan 6 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran penaber rastî tundî û êrîşa penaberan hatin. Rastî êrîşên zayendî û nijadperestî hatin. Polîtîkayên li ser penaberan hêj didomin.    Têkildarî rewşa penaberan Endama Komîteya Zanistê yê Navenda Çavdêriya Qeyran û Penaberên Egeyê ya li Girava Mîdilî û Hîndekara Zanîngeha Kaliforniya Prof. Dr. Laurie Kain Hart axivî. Hart, bal kişand ser polîtîkayên Tirkiye û Yûnan ên têkildarî penaberan û wiha got: "Polîtîkayên Yûnanîstan û Tirkiyeyê, cewherê têkiliyên Tirkiye û Ewropa ne. Cewhera pratîka global a li hemberî penaberan nîşan dide. Ji bo mirov polîtîkayên welatekî yên li hemberî kêmar û hindikan binere, divê mirov li têkiliyên di navbera Yûnanîstan û Tirkiyeyê binere. Di peymana Lozanê ya 1923'an de hat xwestin ku Xiristiyanên Ordodoks ên li Anadoluyê bişînin Yunanistanê û Muslimanên li Yûnanîstanê jî bişînin Tirkiyeyê. Di vê peymanê de xala ku nifûsê taqas bikin heye. Divê em li vê peymanê binerin. Polîtîkayên paqijiya nijadî û guhertina nifûsa komî, profîla herdu welatan a nijadperestiya dewletan nîşan dide.    BÊ MAL Û WAR, BÊ DUH Û SIBÊ DIHÊLIN   Hart, bal kişand ser penaberên di nava du sînoran de asê mane û wiha got: "Mirovên di navberê de tên girtin, bi awayekî antropolojik her dem xwe di sînor de hîs dikin. Xwe wekî hatine asêkirin û bi asqiyê hatine dardakirin hîs dikin. Ev ji bo wan rewşek felçkirî ye. Wan ji hemû paşerojê qut dike. Ji çand, ziman û sermayeyê qut dike. Ne sibê û ne doya wan heye. Ew ne li tu derê ne. Zarokên bê dibistan, mirovên bê kar û bê debar, mirovan bê mal û bê war dihêlin. Ji hemû çand û kevneşopiyê qut dikin. Bê per û bê bask in. Êdî pêşerojek wan tune ye. Wekî girtiyekî di hucreyê de xwe hîs dikin. Hepiskirina mirovekî ya du hucreyek bi tenê de, êşa herî mezin û li dijî nirxên mirovahiyê ye. Ev yek mirovan har û dîn dike. Bandorek psikiyatrik li ser mirovan ava dike. Ev cezayekî herî giran e.    BERPIRSIYARÎ KUREVÎ YE   Hart, bal kişand ser berpirsiyariya welatan a li hemberî penaberan û wiha got: "Di encamê de berpirsiyara li dijî penaberan kurevî ye. Dive bi lez sînor bên vekirin. Êdî mirov nikare bi nexşeyên salên 1950'an ji organizasyona mirovan re rehberiyê bike"    Hart, bal kişand ser plana komkirina penaberan a di kampên girtî de û wiha lê zêde kir: "Dema arnavutan koçî Îtalyayê kirin, Serokê Şaredaiya Barî plan kir ku li şûna penaberan di kampan de hepis bike, xwest li çoltarê belav bike û bi cih bike. Lê hikûmeta neteweyî ev yek red kir û asteng kir. Kamp çareseriya herî xerab e. Pêdivî bi çareseriyek komî û berfireh heye. Divê hemû pirsgirêk û pêdiviyên penaberan li ber çavan bê girtin û li gorî wê çareserî bê danîn.  Pêdivî ji azadiya tevgera wan a dem kin û dem dirêj heye.    DIVÊ MIROV PENABERAN WEKÎ GEF NEBÎNE   Di encamê de divê berî her tiştî rê li pêş sedemên koçberiyê bê girtin. Divê em di serî de li dijî fikra ku koçber li dijî "Civaka baş" in û aramiyê xera dikin têbikoşin. Divê em li dijî vê fikrê bixebitin. Mirov ne baş û ne jî xerab in. Mirov çiqas baş ew qas jî xerab in. Divê em bifikirin ku pêdiviya me bi civaka xweşik û rengîn heye. Pêdivî bi civakek hilberîner, aram û kêfxweş heye. Divê em bi hevre li dijî mirinên li kampan, zindanan, di êrîşan de û li deryayan, bi girseyî bertek nîşan bidin. Hart, anî ziman ku ji bo vê yekê pêdivî bi alîkariyek hevpar û berfireh heye.    MA / Eylul Denîz Yaşar - Emrullah Acar