Qaçaxçiyên mirovan: Em parekê jî didin eskeran 2020-03-08 11:07:02   HATAY – Tirkiye bi salan e li hemberî welatên Ewropayê penaberan wekî kozekê bi kar tîne. Lê belê niha hin deriyên sînoran ji bo qaçaxçiyên mirovan bûne deriyê rantê. Hin qaçaxçiyên mirovan ku me xwe gihande wan dibêjin, "Bêyî dewletê li vê herêmê çivîkek jî nafire."    Piştî krîza li Îdlîbê, Tirkiyeyê careke din penaber wekî "şantaj"ê bi kar anî û hin enaber ber bi sînorê Yûnanîstanê ve şandin. Lê belê hem li hêlekê deriyên sînoran vedike li hêla din jî ji bo sivîlên ji ber şerê Îdlîbê direvin û berê xwe didin Tirkiyeyê jî deriyên sînoran digire. Girtina deriyên sînor ên li hêla başûr ji bo qaçaxçiyên mirovan bûne deriyên rantê.   Li Herêmê ku qaçaxçîtiya mirovan bûye "sektorek", bi taybetî jî li navçeya Reyhanli, Yayladag, Kirikhan û Altinozuyê pir dorfireh bûye û ji van navçeyan jî bi taybetî li gundên Altinozuyê yên nêzî sînor hema bêje kes nemaye vî kaîr nake. Ev "sektor" bi xwe re şebekeyên sûcî jî çê kiriye. Hin şebeke penaberan di sînorê re derbas dikin û wan tînin heta navçeya Antakyayê. Gava wan tînin jî 500-1000 dolarî ji wan distînin. Her wiha hin şebek jî bi 30-40 hezar dolarî penaberan dibin Edîrne, Îzmîr an jî Çanakkaleyê. Ên pereyan nadin jî wan teslîmî polîs û eskeran dikin an jî wan li ortê dihêlin.    Qaçaxçiyên mirovan tenê ne penaberên ji Sûriyeyê direvin, kesên dixwazin tev li rêxistinên li wir bibin jî dibin.    Gundê Karbeyaz ê navçeya Altinozuyê hema bêje bûye guzergaha sivîlên ji şer direvin. Niha tê gotin li navçeya Reyhnaliyê xwediyê Çewliga Demîrlerê ku berê dihat gotin ev çewlig di warê lojîstikê de ji rêxistinên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan alîkariyê dike, jî qaçaxçîtya mirovan dike. Xwediyê çewligê, nêzî Parlementerê AKP'ê yê berê Fevzî Şanverdî ye û tê gotin dewlet ji bo wî xwe li nedîtinêd atîne.    Li bajêr me xwe gihand hin qaçaxçiyên mirovan. Endamên van şebeyan bi şertê ku navê wan neyê aşkerekirin, wêne û û dîmenên wan neyên parvekirin hin agahî bi me re parvekirin.   RÊYA QAÇAXÇIYAN    Yek ji endamên şebekeyê, diyar dike ku sivîlên ji Sûriyeyê tên piştî di noqteyên TSK'ê re derbas dibin tên ber dîwarên li ser sînor. Endamê şebekeyê, tîne ziman ku piştî ev kes di qenalên tehliyeyê yên di bin dîwaran de an jî di nêrdewanên portatîf ên li be rdîwaran de xwe di ser dîwar re davêjin, ew diçin wan pêşwaî dikin û dibêje: "Piştî sînor derbas dikin vê carê em dikevin dewrê. Em wan li gundê Beşaslan ê Reyhanliyê wan pêşwazî dikin û paşê em tên makerêya Cîlvegozu-Antankyayê. Piştî em vê rêyê jî derbas dikin, tepeyekî biçûk heye. Tepeyê Gazîmurselê. Her wiha Taxa Yeşîolvayê jî heye. Di nav baxçeyên netariyan de rêya qaçaxçiyan heye. Dû re qaçaxvan wan dibin mala ku ji bo wan girtine. Çend rojan li vê malê dimînin. dû re wan dişînin cihê ku dixwazin biçinê."    ‘BÊYÎ DEWLETÊ ÇÛK JÎ NAFIRE'    Kesekî din jî tîne ziman ku berê li navçeya Altinozuyê qaçaxçîtiya mirovan dikir, lê belê êdî hew vî karî dike û dibêje, li herêmê kes bêyî dewletê qaçaxçîtiya mirovan nake.    Ev kesê navbirî dibêje: "Li vê herêmê bêyî dewletê çûkek jî nafire. Gava min ev kar dikir, pêşî diçûm qereqola li sînor, min ji fermandar re digot. Çend kes bihatana me serê ew qas kesî hin pere didan wî ku dû re em zehmetiyê nekişînin. Paşê jî mazgalên bin dîwaran dihatin vekirin û kesên ji hêla Sûriyeyê dihatin bi rihetî di van mazgalan re derbas dibûn û dihatin devera diyarkirî. Me ew digirtin, dixistin qaseyên wesayîtan û dibirin navenda Antakyayê. Berê li nêzî xeraca gundan a Antakyayê du mal hebûn. Me ew dibirin wan malan, çend rojan dida sekinandin û paşê me bi otobêsan dişand cihê ku dixwestin biçinê."    ‘HER KES QEZENC DIKE'   Heman kes, diyar dike ku hin kesên bêyî qereqolê dixwestin vî karî bikin jî hebûn, lê belê nikaribûn bikin û dibêje: "Çimkî xeber digihat fermandar. fermandar jî li ser rê kemîn datanî û li bend ahatina wan disekinî. Wesayîtên dihatin jî dihatin sekinandin û penaberên tê de dîsa dersînor dihatin kirin. Qaçaxçiyên ev yek dikirin jî dihatin girtin. Hin jê jî ji bo neyên zevtkirin, bi polîs û cendirmeyan re pev diçûn û dimirin. Li herêmê bêyî dewletê çûkek jî nafire. Li navçeya Altinozuyê ji fermandarê qereqolan bigire heta qomsêrê polîsan her kes ji vî karî qezenc dike."    MA / Erdogan Alayûmat