Cendirme kongreya HDP'ê betal kir 2020-03-08 09:46:05   ERZÎNCAN - Ji ber ku cendirme gef li xwediyê eywanê xwar, 1'emîn Kongreya HDP'ê ya Tercanê,  pêk nehat.    Li Erzîncanê, Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Tercanê, xwest 1'emîn Kongreya xwe ya asayî li eywana dewetê ya li gundê Yaylacikê pêk bîne. Lê ji ber ku cendirme gef li xwediyê eywanê xwar, kongre betal bû.    JI CENDIRME GEF   Rêveberê Rêxistina HDP'ê ya Bajar Mûrat Yucel, got ku ji bo kongreyê hemû prosedurên fermî û serlêdanên xwe kirine. Yucel, diyar kir ku ji bo cihê kongreyê jî li hev kirine û konratên kirê jî çêkirine û angaşt kir ku beriya 3 rojan cendirme gefa, 'Teqez wirê nedin kirê, em ê wê kongreyê li wir çênekin' li xwediyê eywanê xwariye.    KEYA KIR DEWRÊ   Yucel, detnîşan kir ku li ser vê yekê bi xwediyê eywanê re hevdîtin kirine û wiha got: "Me ji xwediyê eywanê re got ku dê tu pirsgirêk nejî û cendirme ne xwediyê vê rayeyê ye. Dema ku me got em ê cendirmeyê gilî bikin, fêm kirin ku sûc dikin û keyayê gund kirin dewrê û careke din gef li xwediyê eywanê xwarin û tede lê kirin."   Yucel, da zanîn ku ji ber astengiyên cendirmeyê kongreya xwe pêk nanîne û ji bo pêkanîna kongreyê serlêdana duyemîn jî kirine lê ji ber gef û tundiyên bi heman rengî kongreya xwe pêk nanîne.