Îstinafê cezayê li eskerê ku Surmî Înce kuştibû hatibû birîn xera kir! 2020-03-08 09:05:13   COLEMÊRG - Der barê kuştina Surmî Înce yê 3 sal û 4 sal ceza li Çawîşê Pisporê Alî Dagkiran hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê cezayê hatibû birîn xera kir. Parêzerê Înceyê Bunyamîn Înce, got "Di warê hiqûqê de, ev biryar tam karesat e."    Di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajaroka Buyukçîftlîk a Gevera Colemêrgê, gava Surmî Înce xwarina zarokên xwe yên giha didûritin dibir, eskeran ew gulebaran kiribû û kuştibû. Der barê kuştina Înce de 3 sal û 4 meh ceza li Çawîşê Pispor Alî Dagkirina hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Îstinafê ya Erziromê cezayê li Dagkirin hatibû birîn xera kir. Dadgehê, di biryara xwe de got, cezayê li Dagkirin hatiye birîn zêde ye û dosye cardin ji dadgeha herêmî re şand.    Kurê Înce Parêzer Bunyamîn Înce biryara hatiye dayîn nirxand û got: "Di 18'ê Tîrmeha 2016'an de bi fermana Fermandarê Qereqola Bajaroka Buyukçîftlîk a Gevera Colemêrgê Mûharrem Goç, 8 esker ji du wesayîtên zirxî dadikevin û ferdên malbatekê gulebaran dikin. Li wir dayikek tê kuştin. Di doza Surmî Înce de 3 sal û 4 meh ceza li esker Alî Dagkirina hat birîn, lê bi ser de jî dadgeha îstinafê radibe dibêje cezayê hatiye birîn pir e û ceza xera dike. Dadgeha îstinafê, bal nekişandiye tu xaleke daxwaznameya me jî."    'KARESAT E'    Parêzer Înce, bibîr xist ku dadgeha herêmî li cihê bûyerê lêkolîn nekirine, daxwazên rapora pêzaniyê yên ji bo wesayîtê û dîmenan qebûl nekiriye û got: "Ev biryar berdewamiya polîtîkaya bêcezatiyê ye. Di warê hiqûqî de, ev biryar tam karesat e. Lê belê em ê li dijî vê polîtîkaya bêcezatiyê bitêkoşin."    Parêzer Înce, diyar kir ku wê danişîna dozê di 14'ê Nîsana 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê bê lidarxistin û ji bo vê bang li her kesî kir ku tev li danişînê bibe.    MA / Adnan Bîlen