ROJEVA 8'Ê ADARA 2020'AN 2020-03-08 09:01:03 * Bazargeha Amedê ya yekemîn  DiyarGalerîa ku gava hatibû avakirin nêzî 200 kargehên wê hebûn, lê belê îro tenê 20 kargeh mane û ew jî hindik mane qeflê li deriyên xwe bixin. * Penaber Farah Mahajer a îranî, 7 sal berê bi hêviya ku biçe Ewropayê hatiye Tirkiyeyê. Mahajer, tiştên li Tirkiyeyê hatine serê wê gotin. Mahajer, anî ziman u hefteyeke jinên penaber ên li sînor tên tacizkirin.    * Der barê kuştina Surmî Înceyê 3 sal û 4 sal ceza li Çawîşê Pisporê Alî Dagkiran hatibû birîn. Dadgeha Îstinafê cezayê hatibû birîn xera kir. Parêzerê Înceyê Bunyamîn Înce, got "Di warê hiqûqê de, ev biryar tam karesat e."    * Li Edeneyê piştî goşt kêm bû, êdî xwarina bi nav û deng şirdan jî ket ber çerxa qereborseyê. Fiyetê wê par bi 9 TL'yan bû, lê belê îsal bi 12-14 TL'yan tê firotin.    * Gava hevjînê Nûray Abay a 70 dixwaze hewiyê bîne ser wê, Abay jî li ber vê radibe û dev ji hevjşnê xwe ber dide. Dû re ji Dêrikê berê xwe dide Amedê. Li Amedê ji bo debara xwe bike bi salan çayvaniyê, dergevaniyê û karê zaroknêriyê dike.    * Rêxistinên jinan dê bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li Amed, Sîlopî, Wan, Stenbol, Êlih, Riha, Edene, Hatay, Mêrsîn, Antalya, Enqere û Îzmirê mîtîng, meş, şahî û bernameyên pîrozbahiyê li darbixin.  (11.00-17.00)