Xizmên windayan li Îzmirê bang kirin: Winda diyar in, faîl li ku ne? 2020-03-07 16:43:05   ÎZMÎR - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan bi dirûşmeya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" çalakiya xwe ya şemiyê berdewam kir. Xizmên windayan di çalakiyê de pirsa "Winda diyar in, lê kujer li ku ne? pirsî.     Xizmên windayan û rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê bi dirûşmeya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li pêş Sumerbank a Berê daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de endam, rêveber û parlamenterên HDP'ê, nûner û rêveberên EGE- TUHAYDER, Dayikên Şemiyê û gelek nûnerên rêxistinên civakî amade bûn. Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de pankarta “Winda diyar in, lê kujer li ku ne?" vekirin. Li ser navê komê Rêvebera Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê Cemile Karakaya daxuyanî da. Karakaya, kujerê Ayten Ozturk a di 27'ê Tîrmeha 1992'an de li Dersimê bi Torosa spî hat revandin û 11 roj şûnde cenazeyê wê li nêzî Goristana Asrî ya Xarpêtê hat dîtin pirsîn. Karakaya, anî ziman ku pêvajoya windakirina Ayten Ozturk, di Gulana 1992’an de bi hevdîtina li odeya Albay û Fermandarê Cendirmeyan ê Tunceli Mustafa Sabri Yazganarıkan dest pê kir û wiha got: “Fermandarê Alaya Cendirmeyan ê Tuncelî Mustafa Sabri Yazganarikan, agahî şand Hidir Ozturk  û got 'Sê keçê xwe bine û were cihê min.' Ozturk, ji keçikên xwe xwest cilên xweşik li xwe bike û biçin hemberî Fermandar. Yekî bi rih jîli cem fermandar bû. xwe wekî ‘Mahmut’ da nasandin. Piştre Fermandar hem gef û hem jî nesîhat li bav xwar û got: "Li xwe baldar bin" Piştî Hidir zarokên xwe cem 'Mahmut Bey’ û pirsên cuda ji wan dike. Ozturk piştre fam kir ku kesê bi ruh û bi navê ‘Mahmut’ Mahmut Yildirim ê bi kodê ‘Yeşil’ e.      Karakaya, anî ziman ku piştî vê civînê keça Hidir Ozturk Ayten Ozturk hat revandin û cenazeyê wê hat dîtin. Karakaya, ani ziman ku her çend dadgehê tazminata 50 hezar tl da malbatê jî ji bo bûyer bê ronîkirin û zelalkirin ew ê têkoşîna hiqûqî berdewam bikin.