40 baroyan piştgirî dan rojnamegeran: Rojnamegerî ne sûc e 2020-03-07 16:06:07 AMED - 40 baroyan binçavkirin û girtina rojnamegeran şermezar kir û piştgirî dan rojnamegeran. Baroyan bi gotina "Rojnamegerî Ne sûc e" piştgiriya xwe anîn ziman.  40 baroyan têkildarî binçavkirin û girtina rojnamgeran daxuyanî dan û polîtîkaya li dijî rojnamegeran şermezar kirin. Piştî Nivîskarê Rojnameya Cumhuriyetê û Midurê Nûçeyan ê Oda Tv Bariş Terkoglu, Gerînendeyê Giştî yê Oda TV, Bariş Pehlivan û rojnameger Hulya Kilinç hatin girtin û Gerînendeye Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelik, Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û Edîtora rojnameyê Semiha Alankuş derxistin dadgehê û hatin darizandin, 40 baroyan daxuyanî dan û piştgiriya xwe anîn ziman. Baroyan anîn ziman ku ev polîtîka li dijî azadiya îfade û ragihandinê ye. Baroyan diyar kirin ku Rojnameger Barış Pehlivan, Barış Terkoglu û Hulya Kilinç hatin girtin û Rojnameger Murat Agirel, Ferhat Çelik, Aydın Keser û Semiha Alankuş bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin û serbest hatin berdan. Baroyan, bibîr xist ku piştre  malpera nûçeyan a ODATV rastî astengiyê hatiye û ev yek zexta li ser çapemeniyê û ragihandinê ye. Baroyan xwest ev zextên li dijî zagon û hiqûqê bi dawî bibe.    40 BARO YÊN DAXUYANÎ DAN WIHA NE:    Barêyên îmze avêtin bin daxuyaniyê wiha ne: Baroyên Edene, Amasya, Enqere, Antalya, Artvîn, Aydin, Balikesir, Bartin, Bîlecik, Bîngol, Bolu, Burdur, Bursa, Çanakkale, Denizli, Amed, Duzce, Gazîantep, Colemêrg, Hatay, Îzmîr Kastamonu, Kayserî, Kirklarelî, Kocaelî, Manisa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Nîgde, Ordu, Sînop, Riha, Şirnex, Tekîrdag, Tokat, Trabzon, Dersîm, Wan û Yalova.