Xizmên Windayan ji bo jinên hatin windakirin edaletê xwestin 2020-03-07 15:02:07 AMED / ÊLIH – Xizmên windayan li Amed û Êlihe bi wesîleya 8’ê Adarê li aqûbeta 20 jinên di salên 90’î de hatin windakirin pirsîn.  Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê û Xizmên Windayan li ber avahiya komeleyê di hefteya 578’an de bi dirûşma “Bila winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li aqûbeta windayan pirsîn. Dayikên Aştiyê, nûnerên rêxistinên civakî, Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qurnefil hatin belavkirin. Wêneyên windayan hatin hildan.    'DIVÊ GORA HER ÎNSANÎ HEBE’    Hevseroka DBP’a Amedê Seval Gulmez di çalakiyê de axivî û diyar kir ku mafê her însanî heye ku xwedî gorekê be û got: “Divê em bi hin tiştan re rû bi rû bibin. Mafê me hemûyan heye ku em di nava civakek demokratîk de bijîn.”    NAVÊ JINÊN WINDA HAT XWENDIN    Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li aqûbeta 20 jinên di salên 1990’î de di binçavan de hatin windakirin pirsîn. Endama Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD’ê Ezgî Sila Demîr derbarê windakirina 20 jinan de agahî da û navê jinên winda yeko yeko xwend û li aqûbeta jinên winda pirsî. Demîr got ew ji bo jinên winda edaletê dixwazin û heta edalet pêk were dê têkoşîna xwe bidomînin.    Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqîqeyan bi dawî bû.    ÊLIH    Li Êlihê jî Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî bi dirûşma “Bila winda werin dîtin û kujer werin darizandin” di hefteya 484'an de çalakiya heftane li avahiya komeleyê li dar xistin. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan.    Hevseroka Şaxa ÎHD’ê Rumeysa Denîz Kaya daxuyanî xwend û belavoka ji aliyê Navenda Giştî ya ÎHD’ê bi boneya 8’ê Adarê belav kir xwend. Kaya 8’ê Adarê li tevahiya jinan pîroz kir û bal kişand ser têkoşîna jinan û got ew ê li dijî her cûre tundiyê dest bidin destê hev û têkoşîna xwe bidomînin.    Piştî axaftina Kaya çalakiya rûniştinê pêk hat.