Hevjîna xwe kuşt û întîhar kir 2020-03-07 14:44:48 DENÎZLÎ - Li Navçeya Pamukkale ya Denîzliyê Zilamê 42 salî Şuayip Akin ewil hevîna xwe Sultan Akin a 36 salî kuşt û piştre întîhar kir. Li Navçeya Pamûkkale ya  Denîzliyê zilamê 42 salî Şuayip Akin li malê deriye odeyê li ser xwe girtin û ewil hevjina xwe Sultan Akin a 36 salî kuşt û piştre întîhar kir. Zarokên wan li polîsan geriyan û diyar kirin ku deriyê odeyê hatiye girtin û deng ji odeyê nayê. Piştî yekîneyên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê û rastî cenazeyên dayik û bav hatin. Keça wana 16 salî ku ji rewşa dayik u bavê xwe agahdar bû kriza sînir derbas kir.