Temel: Fêdeya tirsê tune ye 2020-03-07 13:52:54 ENQERE – Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'e Tayip Temel, bertek nîşanî binçavkirina rojnamegerên ku ji ber nûçeya merasima endamên MÎT'ê çêkin hatin binçavkirin da û wiha got: “Li vî welatî rojnamegerên li rûmeta pîşeyî xwedî derdikevin hene. Heta ku ev rojnameger hebin sûcên ku AKP bûye sebebê wê, dê yek bi yek ronî bibe. Fêdeya tirsê tune ye."    Rojnamegerên ku merasima cenazeyê endamê MÎT'ê yê li Libyayê jiyana xwe ji dest da, kirin nûçe û weşandin hatin binçakirin û hatin girtin. Berpirsiyarê Propaganda, Weşan û Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Tayîp Temel, bertek nîşanî binçavkirina rojnamegeran da û diyar kir ku êdî fêdeya tirsê tune û heta rojnamegerên li pîşe xwedî derdikevin hebe dê rastî di tariyê de nemînin. Temel, ani ziman ku îqtîdara AKP'ê mafê ragihandin û agahdarkirinê ya ku ne li gorî berjewendiyê wê be û muxalif de astang dike û wiha got: "Îqtîdar li dijî medya muxalif bi rêk û pêk zextan dike. Ewil rojnamegerên ku rastiya penaberên li ser sînor ronî kirin hatin binçavkirin. Niha jî rojnamegerên merasima cenazeyê endamê MÎT'ê dan hatin binçavkirin. Li dijî medya muxalif neçîrek heye. Bi hinceta nûçeya merasima endamê MÎT'ê weşandin Midûrê Nûçeyan a Oda TV  Barış Terkoglu, rojnaemger Halya Kiliç û Gerînendeyê Gişti yê malperê Barış Pehlivan hatin girtin. Dîsa bi heman hincetê bang li edîtor, midûr û gerînendeyên Giştî yên Rojnameya Yenî Yaşam ê Ferhat Çelîk, Aydin Keser, Semiha Alankuş û nivîskarê Yeniçagê Murat Agirel  kirin û îfadeyên wan girtin."   RASTÎ TU CARÎ VEŞARTÎ NAMÎNIN   Temel, bibîr xist ku îqtîdara AKP'ê her dem zextan li ser rojnamegerên li pîşe û sincê rojnamegeriyê xwedî derdikevin dike û wiha got: "AKP niha di qada navneteweyî de têk çûye. Dixwaze tola xwe ji medya muxalif hilde. Îqtîdar naxwaze hêza di destê wê de ya medya derewan pêş dixe û artêşa trol ku bi xwe ve girêdayî winda bike. Em bang li îqtîdarê dikin ku dest ji van pêkanînên li ser rojnamgeran berdin. Em dixwazin rojnamegerên erka xwe pêk anine bi lez serbest berdin. Fêdeya tirsê ji bo pêşerojê tune ye."