Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê: Divê siyaseta şer bi dawî bibe 2020-03-07 13:07:02 STENBOL - Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê daxuyanî dan û xwest siyaseta şer a ku pêşeroja wan tune dike bi dawî bibe. Hêza Kedê bang li hemû hêzên aştîxwaz kir û xwest têkoşîna aştiyê mezin bikin.  Hêza Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê, li dijî siyaseta şer a ku pêşeroja wan tune dike li 6'emîn Şaxa Egîtîm-Senê ya Beyoglu ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin. Gelek nûnerên rêxistinên civakî jî tev li civînê bûn. Berdevkê KESK'ê yê demê Mesut Mike daxuyaniya hevpar xwend. Mike, anî ziman ku Qeydana Aborî, civakî û siyasî li çar aliye welat belav bûye û wiha got: "Di dîroka komarê de herî zêde niha bê armanî heye. Di rewşa ku ew qas qeyrana aborî û civakî heye de îqtîdar hemû çavkaniyên welat li şer û hevkarên xwe xerç dike. Rojnameger rastî gefan tên. Nûçegîhanê Rudawê Rawin Sterk li Edirneyê dema nûçeya penaberan dişopand hat girtin. Piştre Nivîskarê ODA TV Bariş Terkoglu û Barış Pehlivan hatin binçavkirin û girtin."    Mike, anî ziman ku hemû çavkaniyên aborî û jiyanê yên welatê wan li şer xerç dikin û wiha got: "Hemû çavkanî tên xerçkirin. Azadiya mirovan tê binpêkirin. Mafê aştî û pêşeroja mirovan ji destê mirovan tên derxistin. Em dixwazin ev şerê ku pêşeroja me ji destê me digire û ev bê hiqûqî bi dawî bibe."