220 roj in di hucreyekê de ye: 'Îstixbaratvan' gefan lê dixwin 2020-03-07 09:27:55 ERZIROM - Li Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê Mûhammed Fadûllah Kamiş, 220 roj in di hucreyekê de ye. Kamiş, bi rêya malbata xwe ragihand ku kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin naskirin gefan lê dixwin.  Par li navçeya Qereyaziyê ya Erziromê Endamê Meclîsa Şaredariyê yê AKP'î Savci Kuçuk hatibû kuştin. Bi îdiaya ku kiryarê Kuçuk e, di meha Tîrmehê de Mûhammed Fadûllah Kamiş haitibû girtin. Niha Kamiş di Girtgeha Tîpa E ya Erziromê de ye û 220 roj in bi tena serê xwe di hucreyekê de ye. Kamiş, bi rêya malbata xwe ragihand ku kesên xwe wekî "îstixbaratvan" didin nas kirin tim gefan lê dixwin û jê dixwazin li ser hin kesan îfadeyê bide.    220 ROJ IN BI TENA SERÊ XWE DI HUCREYEKÊ DE YE   Bav Servet Kamiş, diyar kir ku bi mehan e kurê wî bi tena serê xwe di qawîşekê de ye û got: "Îdareya girtîgehê û îstixaratvan ji bo ku kurê min li ser hin kesan îfadeyê bide, tim û tim tehdê lê dikin. Ji ber ku nebûye îtirafkar ew xistine qawîşekê. Ne pritûkekê ne jî rojnameyekê, nadin wî. Ji bo vîna wî bişikînin her roj bi zorê dikevin milê wî û wî radikin û jimariyê dikin. Gava em ji bo hevdîtinê diçin li cem me gardiyan û 4 kamera hene. Çend meh berê me serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) dabû, lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Mirovek bi mehan e tê tecrîdkirin. Divê ev yek bê dîtin."    Bav Kamiş, anî ziman ku li ser medyaya civakiyî hesabê bi navê "Karayazı Gerçekleri" tim wêne û vîdeoyên ferdên malbata wan parve dike û wan dike hedef. Kamiş, got: "Bi rêya parêzerê xwe me gilî kir. Lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Hê jî ev hesab çalak in. Ji ber vîdeoeyek li ser vî hesabî hatibû parvekirin hatim binçavkirin. Hê jî biryara kontrolkirina edlî li ser min e."    DÊ Û BAVÊ HÎVROJÊ HER DU JÎ GIRTÎNE    Bav Kamiş, anî ziman ku di sala 2015'an de avêtine ser mala wan û hevjîna kurê wê Ela Kamiş jî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtine. Bav Kamiş, diyar kir ku neviya wê ya 3 salî Hîvroj sê salan tevî diya xwe di girtîgehê de maye. Bav Kamiş, da zanîn ku 12 sal ceza li bûka wî Ela Kamişê hatiye birîn û got: "Niha Hîvroj 7 salî ye. Hem diya wê hem jî bavê wê girtiye. Em temenê xwe gişî jî bidin Hîvrojê wê şûna dê û bavê wê negire. Kêfxweşiya zarokekê dê û bavê wê ne."