Der barê parêzerên jin de ku bûyera tacizê ragihandibû, lêpirsîn hat destpêkirin 2020-03-07 09:27:07 ÊLIH - Baroya Êlihê, der barê parêzerên jin de ku ji ber taciza li parêzereke jin hatibû kirin ragiahndibûn, lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Ê ku giliyê parêzerên jin kirine jî parêzerên mêr in.  Di Kanûna 2019'an de li Edliyeya Êlihê, hin parêzerên mêr li odeya parêzeran wêneyê parêzereke jin ku etegeke kin li xwe kiribû kgirtibûn û di koma xwe ya pêwendîdanînê de parve kiribûn. Li ser vê komeke parêzerên jin jî di 6'ê Kanûnê de bi daxuyaniyeke çapemeniyê bûyera navbirî bi raya giştî re parve kiribûn.    Derket holê ku piştî parêzerên jin daxuyanî dane, hefteyek şûn de 3 parêzerên mêr li rêveberiya baroyê giliyê parêzerên jin kirine. Parêzerên mêr îdia kirine ku bi vî hawî parêzerên mêr ên li bajêr hemû hatine tawanbarkirin û xwestine der barê parêzerên jin de lêpirsîna dîsîplînê bê destpêkirin.    Piştî vê Baroya Êlihê jî bi beşdarbûna bi dehan parêzeran der barê 23'ê parêzeran de lêpirsîna dîsîplînê dide destpêkirin. Piştî teblîxat digihên parêzerên jin, parêzer pê dihesin.    MA / Metîn Yoksû