Aykol: Gava komên cîhadîst derkevin, wê pirsgirêk çareser bibin 2020-03-07 09:25:54 ENQERE - Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, anî ziman ku di civîna li Moskowayê de ê bi ser ketiye Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn bûye û got, gava komên cîhadîst  çareserî bi derxistina komên cîhadîst ya ji Sûriyeyê pêkan e.  Piştî êrîşên li Îdlîbê Serokomar Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li Moskowayê civiyan û îmze danîn bin peymana "agirbestê".  Rojnamevan-nivîskar Huseyîn Aykol, krîza li Îdlîbê û peymana hatiye çêkirin nirxand.   Aykol, anî ziman ku Tirkiye ji bo "hêzên cîhadîst" bêçek bike li Îdlîbê ye û got: "Tirkiyeyê li Astana û Soçiyê got, 'ez dikarim ji bo we hêzên cîhadîst bêçek bikim, entegre bikim û veguherînim awayekî îslamiyeke nerm.' Rûsya û Îranê berê jî li Helebê ev yek bi alîkariya Tirkiyeyê kiribûn. Piştî hêzên cîhadît fam kirin ku dê li helbeê bibin bikevin, alîkarî ji Tirkiyeyê xwestin û Tirkiyeyê jî cîhadîst derxistin. Li Îdlîbê jî tişta dihat xwestin ev bû. Lê belê Tirkiyeyê ev yek nekir."    ‘RÊYÊN SEREKE DI DEST REJÎMÊ DE NE'    Aykol, ji bo bangazwaziyên Tirkiyeyê ku li rejîmê kiribû ku ji Îdlîbê derkeve got: "Tevî vê daxwaza ku pêkanînan wê ne pêkan e, rêyên sereke yên Îdlîbê jî ketin destê Sûriyeyê. Ev jî nîşan dide hêdî hêdî cîhadîstên li Îdlîbê diqedin."    ‘XEYALA DEWLETA ÎSLAMÎ'    Aykol, anî ziman ku di şerê wekaletî yê Sûriyeyê de welatên rojavayî jî êdî dev ji guherandina rejîma Esad berdane û got: "Li Sûriyeyê hinan jê li ser navê welatên rojavayî, hinan jê li ser navê Rûsya û Îranê şer kir. Ev her du hêl bi salan e şer dikin. Lê werhasil ev qinyat li welatên rojevayî peyda bû; belê min hewl da li Sûriyeyê rejîmê biguherînim. Xwestin Sûriyeyê bikin welatekî ku çekên NATO'yê bi kar bîne, lê belê Tirkiye fam kir ku modela birayn misilaman ne modeleke nerm e, ji qewimînên li Misir û Tûnê tê derxist. welatên rojavayî çendî ku çewsîner bin jî, fam kirin ku rêveberiyeke laîk ji bo dinyayê çêtir e. Loma rojavayî dev jê berdan, lê Tirkiyey bi israr şer dewam kir û li vira cihekî biçûçik be jî xeyalên wê yî ji bo dewleta îslamî didomin."    Aykol, anî ziman ku Tirkiye li Sûriyeyê bi feqeke mezin re rû bi rû ye û got, şerê berê di navbera Iraq-Îranê de pêk hat, niha di navbera Sûriye-Tirkiyeyê de pêk tê. Aykol, got: "DYA, ji bo rotaya Tirkiyeyê cardin bide aliyê xwe û bi armanca ku çekan jê bikire dibêje ez li cem te me. Çawa Iraq û îranê bera hev dan, niha jî dikarin 8-10 salan Tirkiye û Sûriyeyê bera hev bidin."    Aykol, anî ziman ku civîna li Moskowayê de Pûtîn bi ser ketiye û got: "Pûtîn, ne Tirkiyeyê ne jî Sûriyeyê tercîh kir. Ê bi qezenceke mezin ji masê rabû ew bû. Erdogan, digot 'Ez van sînoran qebûl nakim. Wê rejîma Sûriyeyê cihên bi dest xistiye bide min.' Lê nebû."    Aykol, got: "Wê operasyona artêşa Sûriyeyê ya li dijî HTŞ'ê bidome. Wê eniya Erdogan di siyaseta navxweyî de bêje, 'Tiştê me dixwest me bi dest xist, agirbest çê bû û me artêşa Sûriyeyê da sekinandin.' Lê halbûkî artêşa Sûriyeyê sozê agirbestê nade. Dibêje, 'ez ê li dijî HTŞ'ê şer bikim.'"    WÊ HTŞ NEYÊ PARASTIN    Aykol, anî ziman ku piştî peymanê wê Tirkiye HTŞ'ê neparêze û got: "Tirkiyeyê ji bo derxistina HTŞ'ê soz da ku wê alîkariyêb ike. Lê gava bibînin Tirkiye sozê xw ebi cih nayne wê dîsa dest bi operasyonan bikin. Heger HTŞ dewam bike wê dîsa krîz çê bibe."    Aykol, destnîşan kir ku gava komên cîhadîst ji Sûriyeyê derkevin, wê demê wê çareserî pêkan be û got: "Piştî çekên komên cîhadîst ji wan bên stendin, ji xwe tu maneyeke eskerên Tirkiyeyê namîne. Û wê piştî vê Tirkiye jî derkeve. Ji ber vê ye Tirkiye ji Îdlîbê dernakeve. Lê belê Tirkiye an wê li se rmasê an jî bi şer ji Sûriyeyê derkeve. Tirkiye di vî eşrî de bibin ketiye, lê belê bi israr dixwaze di dest wî de kartek hebe û bi vî hawî biçe konferansa aştiyê ya Cinêwê."    MA / Berîvan Altan