Li pira wekî 'pira mirinê' tê binavkirin ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin 2020-03-07 09:25:10 ÇEWLIG - Li Çewligê li Pira Çapakçûrê ku wekî "pira mirinê" tê binavkirin tu tevdîrên ji bo ewlehiyê tunene. Ji roja hatiye çêkirin heta niha gelek kesî lê întihar kiriye.  Pira Çapakçûrê ku li navenda Çewligê ye û her du aliyên bajêr bi hev ve girêdide, heta niha bûye warê gelek întiharan. Pir, di 28'ê Mijdara 2017'an de ji bo çûnhatinê hat vekirin. Dirêjahiya wê 547 metre ye û firehiya wê 28 metre ye. Pir bi 23 milyon û 450 hezar TL'yî hatibû çêkirin.    Di 6'ê Gulana 2018'an de Î.H. û di 23'yê Sibata 2019'an de jineke ciwan xwe ji ser pirê avêtibûn û întihar kiribûn. Di 29'ê Kanûna 2019'an de jî Merve K.'ya 17 salî xwe ji ser pirê avêtibû întihar kiribû.    Ligel ev qas bûyeran, hê jî Şeftiya Rêyên Bejahiyî ya Çewligê tu tevdîr negirtine   Şêniyên bajêr, xwestin lher du aliyên pirê bi hesinan bên girtin. Lê belê heta niha tenê li dora dîrekên ronahiyê çend hesin hatine bicihkirin. Şêniyên bajêr ku ji vê pirê re dibêjin "pira mirinê", diyar kirin ku canê mirovan ji dîrekên ronahiyê biqîmetir in û xwestin demildest tevdîr bên girtin.    Piştî bertekên şêniyên bajêr, me telefonî Şeftiya Rêyên Bejahiyî ya Çewligê kir, lê belê rayedaran pirsên me nebersivandin.