Malbatê cenazeyê Araç ê polîsan got 'întîhar kiriye' wergirt 2017-12-16 16:30:27 ANTALYA - Malbata Murat Araç ê 19 salî ku Midûriyeta Polîsan a Alanya geriyan û gotin "Kurê we xwe ji qatê 3'an avêt û întîhar kir" ji Morga nexweşxaneyê girtin û ber bi Serekaniyê ya Rihayê ve ketin rê. Îlhan Açar, diyar kir ku wî di otopseyê de tenê serê birayê xwe dît û wiha got: "Li ser û ruyê wî şopên reş û şîn hebûn. Çi bû li Midûriyeta Polîsan bi serê wî de hat."    Malbata Ciwanê 19 Salî Murat Araç ê duh di kontrola rê de hat binçavkirin û pişre şandin Şaxa TEM'ê ya Antalyayê û gotin "întihar kiriye",  ji morga Nexweşxaneya Antalyayê girtin û ber bi Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve ketin rê. Malbatê piştî cenazeyê kurê xwe wergirtin ji bo defin bikin, cenaze wergirtin û ketin rêya Rihayê. Têkildarî mijarê Birayê Murat Araç Îlhan Araç, diyar kir ku fermandariya cendirmeyan li wan geriya ye û diyar kirine ku kurê wan hatiye binçavkirin û wiha got: "Ewil me bawer nekir. Piştî me wêneyê wî dît me bawer kir. Birayê min di sala 1998'an de ji dayik bûye. Bavê min bi birayê min re bi telefonê axivî. Ne pêkan e birayê min întîhar bike. Çi hat serê birayê min li Midûriyeta Polîsan hat serê birayê min. Piştî otopsiyê min li morge biraye xwe dît. Min tene serê wî dît. 16 - 17 kêl avêtibûn serê wî. Ji otopsiyê ye an jî wekî din e ez nizanim. Şopên reş û şîn li ser ruyê wî hebûn. Ez dê heta dawî dozê bişopînim. Çi hat serê birayê min li Midûriyeta Polîsan hat serê wî.    Prz. Ozgur Sarioglu jî anî ziman ku berpirsiyarê vê yekê midûriyeta polîsan e û diviya bû polîsan tedbîrê vê yekê girtibûya.    Malbatê cenaze piştî wergirtin ji bo sibê defin bikin ber bi navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ve bi rê ketin.