Rojanmevan Çelîk û Keser hatin berdan 2020-03-07 01:02:25 STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk û Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser ku bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatibûn kirin, bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.    Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û edîtora rojnameya Semîha Alankûş bi ji bo îfadeyekê çûbûn Edliyeya Stenbolê. Alankûş hatibû berdan, lê belê dozgeriyê bi daxwaza girtinê Çelîk û Keser sewqî dadgehê kiribû.    Hat hînbûn ku dozgeriyê ji ber nûçeyên der barê merasîma cenazeyî ya endamê MÎT'ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû de ji bo îfadeyê gazî wan kiriye.    Çelîk û Keser bi şertê kontrolkirina edlî hatin berdan.   Her wiha nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel jî ku ji ber heman nûçeyan hatibû darizandin, piştî îfadeya wî hat girtin bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan.