Gerînendeyê Weşana Giştî yê Yenî Yaşamê Çelîk û Midûrê Karên Nivîsa Keser sewqî dadgehê kirin 2020-03-06 20:49:37   STENBOL - Îro Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û edîtora rojnameya Semîha Alankûş bi ji bo îfadeyekê çûn Edliyeya Stenbolê. Alankûş hat berdan, lê belê dozgeriyê bi daxwaza girtinê Çelîk û Keser sewqî dadgehê kir.     Îro Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Yenî Yaşamê Ferhat Çelîk, Midûrê Karên Nivîsan Aydin Keser û edîtora rojnameya Semîha Alankûş bi ji bo îfadeyekê çûn Edliyeya Stenbolê. Alankûş hat berdan, lê belê dozgeriyê bi daxwaza girtinê Çelîk û Keser sewqî dadgehê kir.    Rojnameyê daxuyaniyek da û di daxuyaniya xwe de diyar kir ku nizanin ji bo çi gazî rojnamevanan hatiye kirin.   Her wiha nivîskarê rojnameya Yenîçagê Mûrat Agirel jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hat kirin.