Endamê Koma Aştiyê Turgut hat berdan 2017-12-16 16:07:10 ÎZMÎR - Endamê Komîteya Aştiyê Nûrettîn Turgut ku li ser banga Ocalan hatibû Tirkiye, hat berdan.     Endamê Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk Nurettîn Turgut, di Cotmeha 2009'an de li ser banga Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû Tirkiyeyê. Turgut bi 33 hevrêyên xwe re hatibû Tirkiye û di sala 2010'an de di çarçoveya "Operasyonên KCK'e" de bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hatibû girtin. Turgut piştî 7 salan di girtîgehê de ma, herî dawî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Şakran Alîagayê serbest hat berdan.