Cenazeyê Hacîzadê 165 roj şûnde wergirtin 2020-03-06 15:26:54 AMED – Rêveberên MEBYA-DER'ê cenazeyê Kubar Hacîzade ya di 24’ê Îlonê de di şerê li Liceyê de jiyana xwe ji dest da, piştî testa DNA diyar bû, 165 roj şûnde ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê girtin û birin Navçeya Bazîdê ya Agiriyê.    Endama HPG'ê Kubar Hacîzade (Rojda Cudî), di 24’ê Îlona 2019’an de li Navçeya Liceyê di operasyona eskerî de jiyana xwe ji dest da. Piştî operasyonê cenazeyê Hacîzade anîn Morga Nexweşxaneya Amedê. Bavê Hacîzade, Elî Hacîzade ji bo ku cenazeyê keça xwe bigire di 27’ê Çileya 2020’an de ji Makuyê hat Amedê û serî li MEBYA-DER’ê dabû û di 29’ê Çileya 2020’an ji bo testa DNA'yê xwîn dabû. Piştî 37 rojan encama xwînê diyar bû. Parêzerê Malbata Kubar Hacîzade 37 roj piştî serlêdana testa DNA û 165 roj jî piştî Hacîzade jiyana xwe ji dest daye, îro cenazeyê Kubar ji morga nexweşxaneyê girtin. Ji ber deriyê sînor yê Îranê ji ber vîrûsa coronayê girtiye, malbat nikarin cenazeyê keça xwe bibin Makuyê. Malbatê bi wekaleta parêzer cenazeyê Kubar ji morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl girtin. Parêzer û rêveberên MEBYA-DER’ê ji bo ku cenaze defin bikin ber bi navçeya Bazîdê ya Agiriyê ve bi rê ketin. Rêveberên MEBYA-DER'ê dê cenaze li Goristana Navçeya Bazîdê defin bikin.