Li Dêrsimê 30 herêm qedexe kirin 2017-12-16 15:51:07 DÊRSIM - Waliyê Dêrsimê li çoltara navçeyên Qisle, Xozat, Pîlemûriye, Pulur û navenda Dêrsimê, 30 herêm ji 17 Kanûnê heta 31'ê Kanûnê qedexe kir.   Waliyê Dêrsimê bi daxuyaniyekê aşkera kir ku li navenda Dêrsimê û 4 navçeyên wê bi giştî li 30 heran qedexek hatiye îlankirin. Walîtiyê da zanîn ku qedexe di navbera 17 û 31'ê Kanûnê de derbas dar e û ev tişt got: "Bajarê Dêrsimê, navenda wê, navçeyên wekî Qisle, Xozat, Pîlemûriye û Pulurê, bi giştî 30 herêmên cuda wekî Herêmên Ewlehiya Taybet hatiye îlankirin. Beyî agahiya amîrên mulkî ketina van herêman qedexe ye."