Dayikên Aştiyê ji bo Grûp Yorûm bang kirin: Gav biavêjin 2020-03-06 14:51:54   STENBOL – Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo daxwazên endamên Grûp Yorûmê werin pejirandin banga “gav biavêjin” kirin.    Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê ji bo daxwazên endamên koma muzîkê ya Grûp Yorûmê werin pejirandin li avahiya xwe ya li navçeya Fatîhê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Aştiyê duh çûbûn serdana endamên komê.     'DAXWAZÊN WAN BIPEJIRÎNIN’    Dayika Aştiyê Sûltan Bozkûrt da zanîn ku her ku diçe rewşa tenduristiya Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek giran dibe û got: “Salek berê zarokên me jî ji bo rakirina tecrîtkirina birêz Ocalan ketibûn greva birçîbûnê. Em ji rewşa wan dizanin ku çalakiya greva birçîbûnê çawa ye, em dayik gelek xemgîn in. Divê endamên Grûp Yorûm tenê neyên hiştin. 250 roj in hêj daxwazên wan nehatine qebûlkirin. Ez bang li wezîrên Dadê, Çandê û Karê Hundir dikim; daxwazên Grûp Yorûm bipejirînin û gav biavêjin. Divê her kes li Grûp Yorûm xwedî derkeve.”    'XWARIN DI QIRIKA ME DE NAÇE XWARÊ’    Dayika Aştiyê Sebîha Bozan jî diyar kir ku her ku ew rewşa Hêlîn Bolek û Îbrahîm Gokçek dibînin xwarin di qirika wan de naçe xwarê û xwest dewlet berpirsiyariya xwe di vir de bîne cih.