Di 8’ê Adarê de wê bibin dengê penaberan 2020-03-06 14:26:55 STENBOL - Jinên HDP, HDK û Îz-Derî, diyar kirin ku ji 6 mîlyon penaber sedî 45 wan jinin û dan zanîn ku ewê di 8’ê Adarê de bibin dengên jinên penaber.  Meclîsên Jinan ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Stenbolê û jinên Komeleya-Îz a Koçberan, derbarê pirsgirêkên jinên penaber dijîn jî li avahiya Navenda Giştî ya  HDK’ê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ogûrlû, Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû û Hevseroka Komeleya-Îz a Koçberan Songûl Kose tevlî civînê bûn.    ‘LI SER SÎNORAN TRAJEDIYÊN MIROVAHIYÊ TÊN JIYÎN’   Hevberdevka Komîsyona Penaber û Koçberan a HDP’ê Gulsum Agaoglû, di civînê de axivî û wiha  got: “Tirkiyeyê di sala 2011’an de ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê sînorê xwe li penaberan vekir. Ji wê demê ve rewşa penabean weke kozên siyasî û aboriyê tên bi kar anîn. Hebûna Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê ne raste û tu mafê Tirkiyeyê tuneye ku li Sûriyeyê bimîne. Ev dagirkeriye. Li ser sînoran niha trajediyên mirovahiyê tên jiyîn. Tirkiyeyê derî vekirin, Yûnanîstanê jî ewlekarî zêde klir. Yên ku di polîtîkayên şer de bi israr dikin, sedema van pirsgirêkane. Divê demildest derî bên vekirin.”   ‘BILA ŞER BI DAWÎ BIBE’   Seroka Der-Îz a Koçberan Songul Kose jî, da zanîn ku mafê her mirovekê heye ku jiyan xweş bijî û wiha got: “Niha mirov ji bo biçin Ewropa û jiyanek xweş bijîn ber bi sînoran ve diherikin. Di salên 1990’an me jî koçberiya hûndirîn jiya. Jiyana penabertiyê pir zor û girane. Ji bo ku ev rewş neyîn jiyîn divê, demildest şer bi dawî bibe.”    ‘JI SEDÎ 45 PENABERÊN JININ’   Hevberdevka HDK’ê ya Stenbolê Gûrbet Aydogan jî, dûre metna çapemeniyê xwend. Aydogan, bal kişand ser rewşa penaberan û wiha got: “Ji jiyana penabertiyê herî zêde jin û zarok bi bandor dibin. Li gorî danayên saziyên derbarê rewşa penaberan de lêkolîn kirin, li Tirkiyeyê 6 mîlyon penaber dijîn. Ji van 6 mîlyonan ji sedî 45 jê jin in. Mîna hemû cîhanê, li Tirkiyeyê jî, jinên penaber bi xizantî, tecawîz, tacîz, îstîsmarên siyasî û zayendî re rû bi rû hatine hiştin.”    ‘EMÊ BIBIN DENGÊ PENABERAN’   Aydogan, da zanîn ku ewê di heftiya 8’ê ADarê de bibin dengê jinên penaber û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em li dijî desthilatdariyê daketin qadan û daxwaza mafên jinên penaber bikin.”