Di 8’ê Adarê de ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî hat dayîn 2020-03-06 10:58:53 ENQERE  - Wezareta Dadê, yekemîn car bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, ji bo girtiyên jin destûra hevdîtina vekirî da. Hevdîtina vekirî ya jinên girtî û hikumxar wê roja Yekşemê pêk bê.  Wezareta Dadê yekemîn car bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji bo girtî û hikumxarên jin destûra hevdîtina vekirî da.    Girtî û hikumxarên jin, wê roja Yekşemê 8’ê Adarê, karibin hevdîtina vekirî bi dayik, bav, hevjîn, zarok, nevî, xwişk û bira, pîr û kalên xwe re bikin. Li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 9 hezar girtî û hikumxarên jin hene.