Li sêrtê 'Siya Avê' hat pêşandan 2020-03-06 10:57:12 SÊRT -  Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de bi pêşengiyaa TJA'yê belgesela 'Siya Avê' hat temaşekirin.  Di çarçoveya xebatên 8'ê Adarê de Tevgera Jinên Azad (TJA) û Şaredariya Sêrtê li eywana konferansa şaredariya Sêrtê belgesela 'Siya Avê'  dan pêşandan. Parlementer, hevserok, Hevşaredar û rêveberên HDP'ê yên Sêrtê, Dayîkên Aşitiyê û gelek jin tevlî bernamayê bûn.  Di dawiya bernamayê de Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen İşik axivî. Bêrîvan Helen Işik ji kesên ku di xebatê de keda wan derbas bû spasiyên xwe pêşkeş kirin û anî ziman ku her roj dibe dîrok û got ku kesên kû xweza û dîrokê qetil dikin wê roj were hesab bidin.