Penaberê ku 10 caran îadeyî Tirkiyeyê tê kirin: Em dixwazin bijîn 2020-03-06 09:30:21 ÎZMÎR - R.A.'yê ku ji ber şerê li Afxanîstanê reviyaye û hatiye Tirkiyeyê, heta niha 10 caran xwestiye sînorê Yûnanîstanê derbas bike, lê belê her 10 caran jî hatiye îadekirin. R.A., anî ziman ku ji ber şer welatê wî hatiye tarûmarkirin û got: "Bira sînir b vekirin, em tenê dixwazin bijîn."  Piştî li Îdlîbê bi dehan eskerên Hêzên Çekdar ên Tirk hatin kuştin, Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan daxuyanî da û got, "me deriyên sînor vekirin". Piştî vê ber bi sînor ve penaber hatin gihastin. Yek ji rêyên ku penaber bi kar tînin jî peravên Egeyê ne. Heta niha bi sedan penaber ji ber qulipîna botan jiyana xwe ji dest dane, lê belê hê jî hewl didin derbas bibin.    10 CARAN HAT ÎADEKIRIN    R.A.'yê ku di artêşa Afxanîstanê de cih digirt jî yek ji penaberên ku dixwaze sînorê Yûnanîstanê derba sbike. R.A., par hatiye Tirkiyeyê û heta niha bi rêya behrê 10 caran hewl daye derbasî Yûnanîstanê bibe, lê belê her cara hewl daye biçe eskerên yûnan ew paş ve şandine.    'ŞER AFXANSTANÊ TARÛMAR KIRIYE'    R.A., anî ziman ku li Antalyayê di fabrîkeyeke paletan de dixebitî û got, ji ber heqdesta wî kêm bûye dev ji kar berdaye û xwestiye biçe Ewropayê û ji vira berê xwe daye Îzmîrê. R.A., diyar kir ku 5 salan li dijî Talîban şer kiriye û got, piştî demekê ji ber şer westiyaye û xwestiya jiyaneke wî ya asayî hebe û lima dev ji welatê xwe berdaye. R.A., got: "Li Afxanîstanê 5 salan di artêşê de mam û min şer kir. Pir zehmet bû. êdî min hew diyax kir û jê veqetiyam. Li wir jiyaneke asayî ne hêsan e. Ji be rşer welat tarûmar bûye. aborî nemaye, kar tuneye. Dê û bavê min pir extiyar in, nikarin ji Afxanîstanêd erkevin. Em çar xwişk û bira ne. Gava ez li eskeriyê bûm birayê min çû Almanyayê. Niha li wir e. Ji bo biçim cem wî ez û xwişka xwe ya biçûk ketin rê."   R.A., anî ziman ku destûra kar û mayînê ji bo wan tuneye û got: "Dibêjin hûn tenê dikarin li bajarên pîlot bijîn. Lê ew der jî biçûk in, kar tuneye. Li bajarên emzin kar heye, lê nahêlin em li van deran bijîn. heqdesta me pir kêm e. Min û çend hevalên xwe xaniyek kirê kiribû, lê me nikaribû heqê kirê bide. Pirî caran jî kar bi dest me nakeve Niha betal im. Malbata min li bendê ye ji wan re peran bişînim. Em mecbûr in biçin. Em nikarin wiha bijîn. Heta niah bi rêya behrê 10 caran ji Tirkiyeyê çûme Yûnanîstanê. Her cara diçûm pir ditirsiyam. Lê belê êdî ew bot dibin hêvî û xeyalên te. Tu hînî behrê dibî û tirsa te namîne."    R.A., diyar kir ku herî dawî 20 roj berê tevî hevalên xwe dîsa bi rêya behrê ketiye rê, lê belê ewlekarên peravê yên Tirkiyeyê ew zevt kirine û wî û hevalekî wî ji Îzmîrê şandine Edeneyê. R.A., got: "Em li nav behrê zevt kirin û dan eskeran. Tiştekî jî negotin. Em siwar kirin û li Edeneyê li qeraxa rêyekê danîn. Gotin, 'Biçin careke din neyên Îzmîrê.'"    ‘EM DIXWAZIN BIJÎN'    R.A., diyar kir ku ji ber ku Edeneyê nas nakin û li vira kesî nas tuneyeî dîsa vegeriyane Îzmîrê û got: "Yûnanîstanê deriyê sînor girt. Eskerên wan li hevalên me didin. Li Edîrneyê xizmên min hene. Ez bi wan re xeber didim. Dinya sar e, ên li wir av jî bi dest wan nakeve. Zarok nexweş ketine. wê çawa bibe ez jî nizanim. Lê ji xeynî sekinandin jî wekî din çare tuneye. Divê Yûnanstan sînorê xwe veke. Em jî mirov in. Jiyan zehmet e li Afxanîstanê. Em tenê dixwazin bijîn."    MA / Sevda Aydin