Bi rêya pevguherandinê balê dikişîne ser xwendina bi kurdî 2020-03-06 09:29:51 STENBOL - Şivan Zeren, dikaneke sahafê vekiriye û kesên pirtûkên tirkî jê re dişînin ew jî pirtûkên kurdî ji wan re dişîne.  Şivan Zeren, li Kuçukçekmeceya Stenbolê dikaneke biçûk a sahafê vekiriye û ji bo pêşketina kurdî û xwendina bi kurdî têdikoşe. Zeren li ser hesabê înstagramê yê bi navê Librotetto yê kampanyeyek bi navê "Tirkî bîne, bi kurdî bixwîne" kampanyeyek daye destpêkirin. Her wiha heta niha Zeren bi navê “Li Bin Siya Welateki”, “Kürdistanbol” û “Dilperest” jî sê pirtûk nivîsandine.   Zeren, diyar kir ku j ber zext û zoriyan eleqeya ji bo pirtûkên kurdî kêm e û got, lê belê pirtûkên bi zimanê din hatine nivîsandin bêtir tên xwendin. Zeren, anî ziman ku berê jî bi bi navê Kîtap Cafe qafeyek vekiriye û got: "Piştî demekê min ev de rvekir. Li vira bi taybetî li ser medyaya civakî dixebitim. Niha min kampnayayek nû daye destpêkirin. Ên pirtûkên bi tirkî tînin ez pirtûkên bi kurdî didim wan. Yanî bi awayê pevguherandinê dikim. Carinan mezadê dikim. Bi vî awayî pirtûkan digihînim ber destên xwendevana. Giraniyê didim ser pirtûkên bi kurdî û pirtûkên der barê kurdan de. Lê belê eleqeya ji bo pirtûkên tirkî bêtir e. Pirtûkên bi kurdî pir nayên xwendin. Daxwaza ji bo wan kêm e. Ji bo vê daxwazê zêde bikim, pirtûkan ji weşanxaneyan erzantir difiroşim. Bi erzanî jî didim lê belê dîsa jî daxwaz kêm e. Min ev yek fêm kir, xwedîtî li vî zimanî nayê kirin. Polîtîk in, lê eleqeya wan jî ji bo kurdî kêm e. Di jiyana xwe de cih nadin kurdî. Ji bo vê pirsgirêkê hebikekî kêm bikim, min kampanyeyeke bi vî hawî da destpêkirin."    ‘PIRTÛKÊN KURDÎ YÊN KEVN DIPARÊZIM'    Zeren, destnîşan kir ku her wiha ji bo pirtûkan bigihîne zarokan jî dixebite û got: "Di vî warî de min hin xebat kirin û xebatine baş ghîştin ber destên min. Herî dawî hin pirtûk gihaştin ber destê min. Di dema qeyûman de pirtûkên ji pirtûkxaneya Apê Mûsa. Qeyûm xwestiya wan bişewitîne û ji holê rabike. Lê hin kes li ber rabûne û wan dişîne sahafekî li Stenbolê. Ji wî sahafî jîg ihîştn ber destê min. Niha li cem min in û wan diparêzim. Her wiha hin pirtûkên ji ber zext ûz oriyan gihane ber destê me jî hene. Bang li her kesî dikim, kesên ligel wan pirtûkên cuda hebin bira ji min re bişînin. Kîjan pirtûkên kurdî dixwazin ez ê ji wan re bişînim. Wê bi vî awayî li ber destê wan pirtûkxaneyeke wan î bi krudî jî çê bibe. Heger ew nexweîne jî eblkî bi saya wî hin kesên din bixwînin."    Zeren, destnîşan kir ku heger kurdî belav bibe wê yekîtiya navbera kurdan jî xurt bibe û got: "Divê axaftina bi kurdî bibe tiştekî asayî. Divê derdorên civakê hemû bi kurdî biaxivin. Her wiha gava yekî bi kurdî pirtûkek xwend divê nêzîkatiyeke polîtîk çê nebe. Mirov ji ber vê ditirsin. Ji ber hêla polîtîk a ziman dertê pêş mirov ditirsin. Neaxaftina bi kurdî dibe sedema mirina kurdan. Ji bo em zimanê xwe hinekî din jî asayî bikin, pêdivî bi projeyên civakiyî û sivîl hene."