Mexdûrên erdhejê li benda alîkariyê ne 2020-03-06 09:24:00 WAN - Pêdiviya mexdûrên erdhejê yên Elbaka Wanê, bi konteyner, kabîneyên tuwalet û serşoyan heye.  Di 23'yê Sibatê de li bajarê Xoy ê Îranê erdhejek çê bû û ev erhedj bandor li 5 gundên Elbaka Wanê jî kiribû. Di vê erdhejê de li gundên Elbakê 10 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Ev qas roj derbas bûne lê hê jî mexdûriyeta welatiyan nehatiye helkirin. Welatî bi rojan e di şert û mercên dijwar de dijîn. Şêniyên gundê Qiratiyê, şert û mercên tê de ne vegotin.    PÊDIVIYA WAN BI KONTEYNERAN HEYE    Hakan Acar, anî ziman ku malbata wî bi temamî di bin kavilan de mabû û piştî demekê ji bin kaviland erketibûn û got, lê belê gelek heywanên wan di bin kavilan de mane. Acar, diyar kir ku heger di wext mudaxile bihata kirin wê heywanên wan ji sermana nemirana. Acar, anî ziman ku piştî erdhejê gelek malbat pçûne navenda navçeyê an jî Wanê cem xizmên xwe û got: "Ji bo malbatên me vegerin, zûzûka divê dewlet ji me re konteyneran bişîne. Şert û mercên vira dijwar in. Ava me qeşa girtiye. Serşo tuneye, tuwalet tuneye. Beriya konyeyneran pêşî pêdivî bi kabîneyên tuwalet û serşoyan heye."    ‘EM JI SERMA DIQEFILIN'    Raîf Acar jî anî ziman ku di konan de diqefilin û got: "Ji ber em nikarin paqijiyê bikin wê mirovên li vira gişa enfeksiyonê bigirin. Em tenê gazî dewletê nakin, em gazî mirovên rewşa wan baş jî dikin. Bira karsaz destê xwe têkin bin kevir. Her wiha xizmn her kesî ên zengîn hene, heger destê xwe dirêj bikin em ê muhtacî kesî nebin."    'EM PERÎŞAN BÛNE'    Cahîde Acar jî destnîşan kir ku her tiştên wan di bin kavilan de mane û niha perîşan in.    Acar, anî ziman ku demidlest divê dewlet ji bo wan cihekî mayînê peyda bike û got: "Em nikarin kincên xwe jî bişon. Em di van konan de nikarin îdare bikin. Em nikarin nimêjê jî bikin. Divê dewlet alîkariyê bike. Niha rabim biçim bajêr pere tuneye xanî kirê bikim. Em jin ji bo zarokên xwe şert û mercên ewle dixwazin. Heger zarokên me nexweş bikevin derfetên me tunene em wan bibin nexweşxaneyê jî. Ji xwe em feqîr bûn, piştî erdhejê em perîşan bûn."    Yûnûs Işik jî bi zorê malbata xwe ji bin kavilan derxistiye. Işik, behsa wê rojê kir: "Ber destê sibehê gava erdhej çê bû, ez li cem pez bûm. Gava ez derketim derve erdhej çê bû. Birayekî min ê nexweş, ku bi diyalîzê dijî heye. Ew jî di bin kavilan de mabû. Çûm, min ew derxist. Paşê gava hatim malê 4 zarokên min jî di bin kavilan de mabûn. Vê carê jî min ew derxistin. Pişta zarokekî min bi du ciyan şikiyabû. Ji wê rojê ve li nexweşxaneyê ye. Ê keça min jî çermê nigê wê rabûbû. Her tiştê min di bin kavilan de ma. Em 9 kes in. 40 miyê min hebûn, 21 jê di bin kavilan de man. Hûn dengê me radigînin. Ji niha û şûn de jî me bi tenê nehêlin."   Nezahat Arslan jî ku di erdhejê de xaniyê wê xera bû, ji ber ku hevjînê wê girtiye tevî 6 zarokên xwe wisa li holê maye. Arslan, got: "Ez û 6 zarokên xwe bi tena serê xwe mane. Dixwazim çareyek bê dîtin. Êdî em nikarin di konan de bimînin." Arslan, xwest ku qet nebe heta derûniya zarokên wê baş bibe, destûrê bidin hevjînê wê.    MA / Adnan Bîlen - Mesût Bagci