Hevşaredarên jin: Divê jin dakevin qadan 2020-03-06 09:23:39 AMED - Hevşaredarên jin ji bo 8'ê Adarê bang li jinan kirin û gotin, li dijî taciz, tecawiz, bêhiqûqîtî û şidetê bertekên xwe nîşan bidin û dengê xwe bilind bikin.  Rêxistinên jinan ku amadekariyên xwe yên ji bo 8'ê Adarê Roja Jina ya Cîhanê temam kirin, ji bo tevlîbûna li çalakiyên 8'ê Adarê gazî jinan kirin.    ‘EM Ê CIVAKÊ JÎ AZAD BIKIN'    Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak, destnîşan kir ku ji 27'ê Sibatê ve amadekariyên 8'ê Adarê dikin û got, ji bo vê gund bi gund digerin û îsal ji dêvla qurnefîlan çentên spî û fûlaran belav dikin û ji bo bilindkirina têkoşînê danûstendinan dikin.    Toprak, anî ziman ku pergal dixwaze jinê ji qada civakî dûr bixe û hespî malê bike û got: "Jin li malê jî, li qada cemaweriyê jî bi taciz, tecawiz û şidetê re rû bi rû dimîne. Heger em doza civakeke ehlaqî û polîtîk dikin, divê em baş zanibin heta jin azad nebe wê civakeke wiha çê nebe. Em jin em ê azad bibin û em ê civakê jî azad bikin."    ‘DI 8'Ê ADARÊ DE EM DAKEVIN QADAN'    Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz jî destnîşan kir ku 8'ê Adarê roja hemû jina ye û bang li jina kir ku xwedî li vê rojê derkevin. Korkmaz, got: "Qad ên me ne, divê em li qadan bin. Gava em dakevin qadan divê em xwe bigihînin hemû jinan. Divê em her roj bixebitin. Em jin çi qasî li cem hev du bin û em çi qasî xwe bi rêxistin bikin em ê ew qasî bihêz bibin. Em ê ew qasî karibin li dijî pergala serdest karibin bisekinin."    ‘LI DIJÎ TACIZ, TECAWIZ Û KOMKUJIYAN EM LI QADAN BIN'    Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan jî destnîşan kir ku jinan li ber pergala mêrî serî netewandiye. Adalet Fîdan, anî ziman ku li her derê komkujiyên jinan didomin û got: "Ligel vê taciz û tecazir hene. Peyva îstismarê sivik e. Çimkî ên pêk tên taciz û tecawiz in. Li ser jinan şidet heye û em li hemberî van pêkanînan wekî derfetekê li 8'ê Adarê mêze dikin. Îro em bertekên xwe hîn bêtir aşkere nîşan didin. Loma divê di 8'ê Adarê de jin hemû li qadan bin. Li dijî taciz, tecawiz û şidetê divê em bertekên xwe bînin ziman. Divê em vê rojê wekî cejnekê pîroz bikin. Em bang li jinan dikin ku wê rojê li qadan bin."    MA / Gulîstan Dînç