Nûçegihana me Demîr hat berdan 2020-03-05 19:40:33       ÎZMÎR – Nûçegihana me Rûken Demîr ku di 26'ê Mijdara 2019'an de hatibû girtin, di dirûşmeya ewil de hat berdan.    Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Rûken Demîr ku di 26'ê Mijdara 2019'an de li Îzmîrê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin, di danişîna ewil a li Dadgeha Cezayê Giran a 19'an a Îzmîrê de hat berdan. Demîr, ji ber nûçeyên xwe yên der barê greva birçîbûnê de hatibû girtin.    Rûken, îro di danişîna ewil a doza xwe de bi şertê kontrolkirina edlî hat berdan û danişîna doza wê taloqî 28'ê Nîsanê hat kirin.