Li Navçeyên Lîce û Hazro operasyona eskerî 2020-03-05 15:27:17   AMED - Eskeran li navçeyên Lîce û Hazro dest bi operasyonê kirin.    Eskeran li gundên girêdayî Navçeyên Lice  û Hazro yên Amedê dest bi operasyonan kirin. Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmî li Gundê Misirf ê Lîceyê eskeran bi tevlêbûan helikopteran operasyon daye destpêkirin. Yekîneyên eskeran piştî demekê li herêmê man, dîsa bi helîkopteran drerbasî herêma Gundê Helhelê yê Hezroyê bûne. Li herêmê liv û tevgera Balafirên Bê Mirov (ÎHA) û Balafirên Bê Mirov ên Bi Çek (SİHA) û helîkopteran didme. Operasyon jî li herêmê didome.