Li Kolana Yukselê 6 çalakvan hatin binçavkirin 2017-12-16 14:34:03   ENQERE – Polîsan di roja 403’an de mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û 6 çalakvanan binçav kir.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 283’an û çalakiya piştgiriyê ya kedkaran jî ya bi navê “Em karê xwe paş ve dixwazin” di roja 403’an de didome. Koma ji kedkaran pêk tê xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakî li dar bixin. Polîsan destûr neda çalakvanan. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê li hev kom bûn û pankartên xwe vekirin û dest bi berzkirina sloganan kirin. Bi destpêkirina çalakiyê re polîsan mudaxele kir û pankartên çalakvanan çirandin.    Ji çalakvanan Alev Şahîn, Îlker Işik, Sîmge Aksam, Perîhan Pulat, Mehmet Dersulu û Dervîş Lermî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.