Li Edeneyê 7 kes hatin binçavkirin 2020-03-05 10:41:45   EDENE - Li Edeneyê, di sergirtinên malan de 7 kes hatin binçavkirin.    Di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hatibû destpêkirin de polisan, li Edeneyê bi ser gelek malan de girt. Di çarçoveya lêpirsînê de polisan 7 kesan binçav kir. Kesekî jî ji ber ku ne mala xwe bûye nehatiye binçavkirin. Polisan kesên binçavkirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polisan a Edeneyê.