Qeymeqam karker girtin, lê hevşaredar hat sûcdarkirin 2020-03-05 09:16:07 RIHA - Îdianameya Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk hatiye amadekirin. Çevîk ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin û girtiye, bi girtina karkerên ku bi destûra qeymeqam hatine girtin û îhaleyên qeyûmê berê tê sûcdarkirin.  Hevşaredara Pirsûsê Hatîce Çevîk, di 15'ê Mijdara 2019'an de hatibû binçavkirin û di 20'ê Mijdarê de jî hatibû girtin. Piştî hat girtin qeyûm tayinî şûna wê hatibû kirin. Niha jî îdianameya wê bi îdiaya" endamtiya rêxistinê" hatiye amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê jî qebûl kiriye.    Di îdianameyê de Çevîk ji ber 29 karkerên ku bi destûra qeymeqam hatine girtin û îhlayên qeyûmê berê hatiye sûcdarkirin.    Parêzera Çevîkê Parêer Sevda Çelîk Ozbîngol, diyar kir ku di warê hiqûqî de tu îzahiyateke dosyeyê tuneye û got, tiştên muwekîla wê pê tê sûcdarkirin, tiştine polîtîk û bêyî hincet in. Ozbîngol, destnîşan kir ku tiştên muwekîla wê pê tawanbarkirin bihane ne û got, di vê dosyeyê de qanûn hatiye binpêkirin.    Wê danişîna doza Çevîkê di 21'ê Nîsana 2020'an de li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Rihayê bê lidarxistin.