Welatiyên Amedê: Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê tê veşartin 2020-03-05 09:14:41 AMED – Gelê Amedê, têkildarî vîrûsa Coronayê de diyar kirin ku îqtîdar û rayedarên dewletê vîrûsa coronayê li Tirkiyê vedişêrin û polîtîkayên Tirkiye yên tenduristiyê ji vîrûsê re nabin bersiv. Nexweşiya vîrûsa Corona (Covid-19) a ku li bajarê Wuhan a Çînê derket holê, her ku diçe belav dibe û hêjmara mirî û nexweşan zêde dibe. Heri dawî li gorî daneyên Sekreterê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ( WHO) Tedros Adhanom, li tevahiya cîhanê ji ber Vîrûsa Corona 3 hezar û 110 kesan jiyana xwe ji dest dane û li 48 welatan belav bûye. Li gorî agahiyên Adhanom, heta niha li cîhanê 90 hezar û 893 kes bi vê nexweşiyê ketine. 3 hezar û 110 mirov jî ji ber vê vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Li 48 welatan belav bûye. Li 122 welatan jî hêj ev vîrûs nehatiye dîtin. Herî dawî li Silêmaniyê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.    Ji ber ku li Îran û Iraqê belav dibe welatiyên Amedê jî bi fikar in. Welatiyên Amedê diyar dikin ku li Amed û Tirkiyeyê nexweşiya vîrûsê ji gel tê veşartin û tedbîr nayên girtin. Welatiyan anîn ziman ku medya jî vê yekê vedişêre û bi qasî têxwetin girîngiyê nadin wê.   Welatiyê 60 salî Bunyamîn Tugay, anî ziman ku medya hawiz rastiyan vedişêre û berovajî dike û wiha got: "Em li ser înternetê û medya civakî xwe digînin hin agahiyan. Tê diyar kirin ku ji bo nifûsa cîhanê kontrol bikin ev jî komployek e. Em difikirin ku bi zanebûn ev vîrûs belav kiribin. Li Tirkiyeyê jî vîrûs heye, lê vedişêrin. Medya bi zanebûn agahiyê nade."    'EM HEMÛ DI BIN RÎSKÊ DE NE'   Mamosteya Wêjeyê Menekşe Ozgur (30) jî anî ziman ku zanebûna wan a der barê vîrûsê de bi agahiyên înternetê bi sînor e û wiha got: "Em tenê dizanin ku ji bajarê Wuhan ê Cîhê belav bûye. Em dizanin ku di sermayê de zêdetir belav dibe. Ji bo tedbîrên vê virusê agahdariya civakê kêm e. Divê agahdarî bê zêdetirin. Divê bêtir bi rêya medyayê vê yekê xurt bikin. Di seri de li dibistan û nexweşxaneyan li cihê qelebaliq mirov di bin rîskekî mezin de dijîn. Divê li dibistanan semîner bên li darxistin.    MASKE KÊM IN   Xizmetkarê tenduristiyê Hatap Artiran (22) jî anî ziman ku bê navber destê xwe dişo û hewl dide bêtir li cihê derve raweste. Artiran, anî ziman ku girtina deriyê sînoran ji bo tedbîrê têr nake û xwest bi her awayî tedbîr bên girtin û maskeyan zêde bikin. Divê maskeyên bi kalîte li dibistan û nexweşxaneyan bên belavkirin. Divê civak bêtir bên zanekirin.    'JI BO ÎLANÊN XWE BIFIROŞIN BI XWE EV VÎRÛS BELAV KIRINE'   Xwendekarê Zanîngehê Sabri Pak  jî anî ziman ku şîrket û fîrmayên îlacan ji bo îlacên xwe bifiroşin bi xwe ev vîrûs belav kirine û wiha got: "Vê vîrûsê vedişêrin. Ez bawer dikim ku agahiyê nadin civakê. Ger ku ev bê bihîstin dê gel rabe ser piyan. Ev vîrûs mirovan dikuje. Divê baş tedbîr bên girtin.    'DEWLET WEKÎ BOMBEYA ATOMÊ VÎRÛSÊ JÎ WEKÎ TEHDÎD DIGIRIN DEST'    Welatî Haci Tanriverdî (35) jî anî ziman ku dewletên din bêtir girîngiyê didin vê nexweşiyê û wiha axivî: "Tirkiye zêde qîmet nade vê nexweşiyê û tedbîran nastîne. Ez vê vîrûsê wekî "komplo" dibînim. Dewletên heyî vê vîrûsê wekî "Bombeya Atomê" dikin amûra gefê û li dijî hev bikar tînin. Beriya tenduristiya mirovan li pereyan difikirin. Polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya tenduristiyê nikare vê vîrûsê rake. Ger ku ev vîrûs were Tirkiyeyê, Tirkiye dê darbeyek mezin bixwe. Her kes ketine derdê çawa bijîn. Kes zêde qîmetê nade tenduristiya xwe."