Tora Piştevaniya Rojnamegeran: Ji bo rastiyan veşêrin zextan zêde dikin 2020-03-04 15:50:13   STENBOL - Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), bal kişand ser zextên di rojên dawî de li ser çapemeniyê zêde bûne û diyar kir ku armanca van zextan ewe ku ser rastiyan veşêrin.    Tora Piştevaniya Rojnamegeran (GDA), bi boneya balê bikişîne ser zext, tundiya li ser çapemeniyê û binçavkirin û girtina rojnamegeran li avahiya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) daxuyanî dan. Endamê GDA'yê Sezgin Kartal, diyarkir ku armanca zextên dawî yên li ser rojnameger û çapemeniyê zêde dibe ewe ku ser rastiyan bigirin û wiha got: "Ji bo şerê fiîlî yê li Sûriyeyê û geşedanên li ser Sînorê Edîrneyê veşêrin, zextên li ser çapemeniyê û rojnamegeran zêde dikin. Armanca tundiya li ser rojnamegeran, girtin û binçavkirina rojnamegeran ji bo veşartina rastiyan e. Rojnamegerî ne sûc e. Divê dewlet rageşiya xwe nekin sedema ku mafê civakê yê agahiyê asteng bikin. Mafê azadiya agahiyan divê asteng nekin. Erka rojnamegeran vê peyvira xwe ya cemaweriyê pêk bîne ye. Tenê armanceke astengkirina me rojnamegeran heye. Ew jî dixwazin bi vê yekê rastiyan ji gel û civakê veşêrin. Tirkiye di aliyê azadiya çapemenî û azadiya ramanê de di cîhanê de di rêza dawî de cihê xwe digire. Zêdeyî 90 hempîşeyên me hêj girtî ne. Di 2019'an de zêdeyî 250 rojnameger derketin pêşberî darazê. 10 hempîşeyên me rastî êrîşa bi çek û fîzîkî hatin. Em dixwazin ev êrîşên ku azadiya me dike hedef bi lez bi dawî bibe."    Di daxuyaniyê de dowîza “Rojnamegerî ne sûc e" bilind kirin û bi hevre wêne kişandin.