Selma Irmak ji doza 'propagandaya rêxistinê' berat kir 2020-03-04 15:36:10 AMED - Parlamentera HDP'ê ya Berê Selma Irmak ku girtî ye ji doza ku bi angaşta 'propagandaya rêxistinê' jê dihat darizandin, berat kir.  Parlamentera HDP'ê ya Berê Selma Irmak ku girtî ye, di 5'ê Îlona 2016'an de ji bo agahiyê derbarê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bigirin, bi koma ji 50 kesî pêk dihat ketibû greva birçîbûnê. Derbarê Selma Irmak de bi angaşta 'propagandaya rêxistinê' ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz hatibû vekirin. Rûniştina doza hatibû vekirin îro hat dîtin. Selmayê ji 1'emîn Girtîgeha Girtî ya Jinê bi rêya SEGBÎS'ê beşdarî rûniştinê bû. Parêzera Selmayê Reyhan Yalçindag di rûniştinê de amade bû.    'ÇALAKIYEK DERVEYÎ QANÛNA NEHAT KIRIN'   Piştî tespîta nasnameyê Selmayê parastin kir. Selmayê sûcên ku lê hatiye kirin qebûl nekir û wiha got:"Di 2016'an de nûçeyek hat belavkirin û di nûçeyê de hat diyarkirin ku Birêz Ocalan qeyrana dil derbas kiriye. Li wir me dirûşm berz nekir. Çalakiyek dervî qanûnê nehat kirin. Wekî parlamenterekê li wir ez ketim greva birçîbûnê."   Dozger daxwaza beratê kir   Meqama Îdiayê diyar kir ku Selmayê sûcê 'Propagandaya rêxistinê' nekiriye û daxwaza beratê hat kirin.    Piştî navberê heyeta dadgehê bi qineeta ku Selma sûc nekiriye ew berat kir.