Peyamnêrê Rûdawê ji Edîrneyê birin Enqereyê 2020-03-04 15:32:32 ENQERE – Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk ê li Edîrneyê hat binçavkirin birin Enqereyê.  Peyamnêrê Rûdawê Rawîn Stêrk û kameravan Mehmet Şîrîn Akgun di 29’ê sibatê de dema li Edîrneyê çûyîna penaberan dişopandin hatibûn binçavkirin. Hat zanîn ku rojnameger Rawîn Stêrk ji Edîrneyê duh bi şev birine Enqereyê.    Stêrk ê bi hênceta li “Herêma qedexe kişandinê kiriye” ji aliyê leşkeran ve hatibû binçavkirin, bi sedema di sala 2008’an de li Enqereyê derbarê wî de lêpirsînek hatiye destpêkirin dema binçavkirina wî dirêj kirine.    Hat zanîn ku Rawîn Stêrk li Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polîsan a Enqereyê tê ragirtin û îro parêzeran li gel wî hevdîtin pêk aniye.    Li aliyê din hat zanîn ku parêzeran îtîrazî dirêjkirina dema binçavkirina kameravanê Rûdawê Mehmet Şîrîn Akgun kiriye. Akgun li Edîrneyê tê ragirtin.