Leşkerên Yewnan êrişî penaberan kir: Penaberek hat kuştin û birîndar hene 2020-03-04 14:36:29 EDÎRNE – Leşkerên Yewnan li deriyê sînor ê Pazarkûleyê bi guleyan êrişî penaberan kir. Gelek penaber bi giranî birîndar bûn û rewşa wan giran e. Walîtiya Edîrneyê got penaberek jiyana xwe ji dest daye.  Tirkiye penaberên ji Sûriyê û welatên din, li dijî Ewropayê wek şantajê bikar tîne. Penaber ji bo derbasî aliyê Yewnanîstan ango Ewropa bibin bi rojane li Deriyê Sînor ê Pazarkûle tên rawestandin. Penaberên xwestin li ava Çemê Merîçê bixin û derbas bibin, leşkerên Yewnanîstanê bi guleyan êriş bir ser wan. Hin penaber bi giran birîndar bûn û rewşa wan giran e.    Hat zanîn ku penaberên birînadr bûne bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyan.    GERGERLÎOGLÛ: REWŞEK REZALET HEYE    Di kêliya ku leşkerên Yewnan gule barandin ser penaberan, komek parlamenter ên ji Komîsyona Mafê Mirovan a Meclîsê li herêma tampon lêkolînê dikirin.  Endamê Komîsyonê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû êrişa leşkerên Yewnan piştrast kir û got dema wan lêkolîn pêk dianî leşkerên Yewnan bi guleyan êrişî penaberan kirin. Gergerlîoglû da zanîn ku li ser sînor rewşek kambax û trajedî heye û got: “Li herêma sînor tam rewşek rezalet pêk tê.”    PENABEREK JIYANA XWE JI DEST DA   Walîtiya Edîrneyê daxuyaniyek nivîskî belav kir û ragihand ji birîndaran kesek nasnameya wî hêj nehatiye zelalkirin li nexweşxaneyê tevî hemû mudaxeleyên tibî jî jiyana xwe ji dest daye.