Qeymeqamê Çinarê ji wezîfeyê hat girtin 2020-03-04 14:05:01 AMED – Qeymeqamê Navçeya Çinarê Selamî Kaya di çaroçoveya lêpirsîna FETO de ji wezîfeyê hat girtin.  Wezareta Karê Hundir di çarçoveya lêpirsîna Rêxistina Terorê ya Fetullah (FETO) de Qeymeqamê Navçeya Çinarê ya Amedê Selamî Kaya ji wezîfeyê dûr xist. Li şûna Kaya yê du sal in qeymeamiya navçeyê dike Cîgirê Waliyê Amedê Ahmet Yildiz hat wezîfedarkirin.